Kurdên Tokyo

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Tîrmeh 2021 - 06:21

  • Fumiari Hyuga pirr bi baldarî nêzî meseleyê dibe û karakterê Ozan baş şirove dike, di ser Ozan re em xedarî û neçariya penaberiyê pirr baş hîs dikin. Di navbera Ozan û kamerayê de têkiliyeke dilsoz diafirîne û dihêle ku Ozan xwe li me veke.

Li paytexta Japonayayê Tokyoyê qederê hezar 500 Kurdên penaber hene. A rast mirov nikare bibêje ew penaber in jî, ji ber ku ew çendîn miracaetî saziyên fermî bidin jî ew hîna jî bê statu ne û wek penaber jî nayên hesibandin. Li Japonya girtina statuya penaberiyê gelekî zehmet e. Sala 2016’an hejmara kesên penaber, 10 hezar û 901 bû. Rewşa van kesan ne diyar e û ew nikarin bibin penaber jî. Di van 20 salên dawî de gelek Kurdan koçî Japonya kir û li herêma Tokyoyê bi cih bûn.

Derhênerê Japonî, Fumiari Hyuga berê kameraya xwe dide Kurdên penaber ên li Japonyayê û bi navê “Kurdên Tokyo” filmekê çêdike. Ev film bi hin hêlên xwe dişibe filmeke belgeyî jî û di ser ciwanekî Kurd re rewşa malbatekê û her wiha rewşa Kurdên penaber ên li Japonyayê nîşan dide. Fumiari Hyuga bêhtir ji bo televizyona dewletê  NHK´ê dixebite. Diyar e, rewşa Kurdên li Tokyo bala wî kişandiye û wî xwestiye derbarê wan de filmekê çêke. Destpêkê ew filmeke 20 deqeyî çêdike (2018) û ku qala ciwanê Kurd Ozan dike. Lê bi demê re li ser filmê dixebite û herî dawî filmeke 103 deqeyî dihûne (2021). 

Koçberekî qaçax û bêstatu

Filma destpêkê behsa Ozan ê Kurd dike. Ozan 18 salî ye û ew koçberekî qaçax e. Ozan mecbûr e her meh here buroya koçberiyê, rapor bide û îmze bike. Hîna 6 salî ye bi malbata xwe re koçî Japonya kiriye. Malbata wê ji ber zilma Tirkiye û zextên dewleta wê reviyaye. Ozan piştî 12 salan bi rehetî bi Japonî dipeyive. Ew li avahiyan wek karkerekî dixebite û ji bo siberoja xwe bi guman e. Ew ketiye nav xeyalan û dixwaze bibe kesekî navdar û derkeve televizyonan lê di rastiyê de ji vê yekê pirr dûr e û ew mecbûr e wek karker li avahiyan bixebite.

Li vir jî em terorîst in! 

Em Ozan di nav jiyaneke rûtîn a kar de dibînin. Ew diçe buroya koçebriyê jî. Lê Ozan ji bo xeyala xwe pêk bîne, miracaetî ajansên lîstikvaniyê jî dike. Helbet nediyarbûna rewşa wî ya ku ew nikare bibe penaberek, zorê dide wî ev rewş wî pirr aciz dike. Ozan di filmê de carekê balê dikêşe ser rewşa penaberiyê û dibêje heya niha Kurdekî tenê jî mafê penaberiyê negirtiye li Japonyayê. Ozan dibêje, “Li Tirkiye em wek terorîst didîtin, ez bawer dikim li Japonyayê jî heman tişt heye û bi wî çavî li me dinihêrin.” 

Xwe aîdî ciyekî hîs nake

Ozan ciwanekî bê war e, li siberojê difikire û bi bavê xwe re jî li hev nake. Ozan xwe aîdî cihekî hîs nake û ev rewş dilê wî teng dike, ew êdî nikare vegere welatê xwe jî lê li Japonyayê jî nikare bibe penaber. Fumiari Hyuga pirr bi baldarî nêzî meseleyê dibe û karakterê Ozan baş şirove dike, di ser Ozan re em xedarî û neçariya penaberiyê pirr baş hîs dikin. Di navbera Ozan û kamerayê de têkiliyeke dilsoz diafirîne û dihêle ku Ozan xwe li me veke.

Fikarên ji bo siberojê

Wisa diyar e vê mijarê bêhtir bala wî kişandiye û ew li belgefilma dirêj karakterekî din jî zêde dike. Fumiari Hyuga ji bo belgefilmên xwe bi qasî 5 salan dixebite û karakterên xwe dişopîne. Di belgefilma nû de li gel Ozan em Remezan jî dibînin. Remezan jî wek Ozan tevî malbata xwe koçî Japonyayê kiriye û biyanî ye û ji welatê xwe dûr dijî. Ozan û Remezan her çiqasî miracaetî buroya penaberiyê bikin jî ew statuya penaberiyê wernagirin û wek karker dixebitin. Ew bê nasname ne û karteka wan a penaberiyê jî tine ye, ji ber wê, her du jî ji bo siberoja xwe fikar dikin. Ozan dixwaze siberojê bibe kesekî navdar, Remezan jî ji bo bibe wergêrek li ezmûnên zanîngehê dixebite. Her du jî pirr baş bi Japonî diaxivin. Remezan hinekî henûn û aramtir e û ji bo siberojê bi hêvî ye, lê Ozan dev ji dibistanê berdaye û hinekî hişk e û li avahiyan wek karkerekî dixebite. 

Esas, her du jî dizanin ku siberoja wan a li Japonya di xeterê de ye. Ji lewre ew koçber in û ti mafê wan ê misoger nîne. Apê Remezanî, Mehmet ji ber bi qaçaxî xebitiye sala 2019’an hatiye girtin û di hepsa bi navê Minato de dimîne. Ev rewşa apê wî bûye nûçe û di televziyonên neteweyî yên dewletê de bûye rojev. Derhênenêr vê yekê jî nîşan dide û ji bo siberoja Remezan û Ozan bi fikar e. Her çiqas hewldan û hêviyên wan hebin jî rastiya penaberiyê derdikeve hemberî wan û ew bê hêvî dibin.

Here welatekî din!

Di belgefilmê de em dizanin ku Ozan bi rayedar û berpirsyarên buroya koçberiyê re hevdîtinan dike ji bo statuya penaberiyê bigire û bibe xwedî nasname, lê em tenê dibihîzin û van hevdîtinan qet nabînin. Ev tişt bi serê xwe jî xedariya pergalê nîşanî me dide û ji bo Ozan û Remezan temaşevan jî bi fikar dibin û li ser rewşa biyanîbûn û koçeberiyê diramin. 

Ozan bi henekî ji berpirsyarekî re gotiye “Yaw ma tu nikarî vîze bidî min.” Berpirsyar jî lê vegerandiye, “Here welatekî din!” Ozan bê welat e! Welatek an jî cihekî ku ew heriyê tine ye.

Filmên bi vî rengî ji bo rewşa Japonyayê nîşan bidin girîng in. Van pêlên dawiyê di sînemaya Japonyayê de derbarê koçberiyê de film tên çêkirin. Kurdên Tokyo jî bi mijara xwe pergala Japonyayê rexne dike. Li Japonya derbarê Kurdan û koçberan de zêde nûçe nayên çêkirin. Qanûnên wan ên koçberiyê gelek hişk in û siyaseta Japonyayê di vê mijarê de asê bûye. Ji ber van sedeman mirov dikare bibêje derhêner Fumuari Hyuga bi wêrekî tevgeriyaya û filma “Kurdên Tokyo” çêkiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.