- Kurdên li Ewrûpayê ji doh ve diçin ser sindoqan. Ji bo ku desthilatdariya zilmê û dîktatorî bi dawî bibe, ew bang li hilbijêran dikin da ku dengdanê texîrî roja dawî nekin.
REWŞAN DENIZ/BERLÎN
Îro Dengê xwe bidin!
Li derveyî Tirkiyeyê, hilbijêran doh dest bi dana dengan kir. Li Koln, Berlîn û Mainzê hilbijrên Partiya Çep a Keskê (Yeşil Sol Parti) jî dengê xwe dan û wan got, “Em ji bo ku dawî li vê desthilatê bê, li vir in.” Ji wan Necla Gozcu got, “Ez Kurd im, helbet ez ê dengê xwe bidim xwe.”
Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokkomartiya Tirk û parlamena Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê dengdanê doh dest pê kir. Li Elmanya, Fransa, Danîmarka, Holanda û Luksemburgê wê dengdan heta 9'ê Gulanê dewam bike. Li Elmanyayê bêhtirî milyonek û nîv hilbijêrî hene û li bajarên wê Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfurt, Hamburg, Hannover, Karlsruhe, Kassel, Koln, Mainz, Munich, Munster, Nurnberg û Stuttgartê li ser konsolosxaneyên Tirkiyeyê dengdan bi giştî wê 13 rojan dewam bike.
Roja pêşî elaqe kêm bû
Roja pêşî ya dengdanê hilbijêr zêde zêde neçûn ser sindoqan. Ji hilbijêran Sedat Gulçiçekê ji Colemêrgê, ev cara pêşî ye ku dengê xwe dide. Ji ber dozên lê hatine vekirin, beriya bi sal û nîvê penaberî Elmanyayê bûye. Ew dibêje, “Ji salên 80'yî ve, al û navê partiya me bigure jî, fikra me weke ya wê ma. Ji HADEP'ê heta bi DEHAP û DTP'ê rengê raya me weke xwe ma. Di hilbijartina giştî de em dengê xwe didin Partiya Çep a Kesk û di hilbijartina serokkomariyê de jî didin Kılıçdaroğlu. Êdî lazim e ev sîstem biguhere.’’
Bi dengekî diguhere
Ji muşahidên Partiya Çep a Kes a li Kolnê Îsmaîl Gunaydın jî got, ew li ser 12 sindoqan bi 12 muşahidan hazir in û 3 ji wan jî rayeya wan heye ku îtîrazan bibin ber desteyên sindoqan. Wekî din du muşahidên yedek jî hene. Ji bo roja pêşî ya dengdanê ew dibêje, “Hîna xelk hindikî tê dengê xwe bide. Bila Kurdên li derdora Koln û Bonnê nebêjin, ma dengek wê çi biguhere', dengek gelek tiştan diguhere. Li Aachenê jî di navbera 29'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê de sindoq tê danîn. Xelkê me yê nêzî Aachenê bila dengê xwe li wir bidin.”
Dereng nemînin
Hevserokê KON-MED’ê Engin Sever jî dengê xwe li Kolnê da. Sever got, “Niha zêde xelk nayê ser sindoqan. Lazim e xelk dengdanê ji roja dawî re nehêle û dengê xwe zûzûka bide. Divê xelkê me kes û karên xwe, cîran û dostên xwe jî bibe ser sindoqan. Li Elmanyayê otobus û wesaîtên me hazir in da ku xelkê me bibin ser sindoqan. Kesekî ku zehmet e ji bo wî biçe ser sindoqan bila peywendiyê deyne bi meclîsên me re.”
Ne weke hilbijartinên berê ye
Li Berlînê, di nava konteynirên li konsolosxaneyê deng tê bikaranîn. Îsa Tonka yê ji Qilabana Şirnexê, ev cara diduyan e ku dengê xwe li Ewrûpayê dide. Îsa Tonka got, “Ev hilbijartin ne weke yên berê ye. Ev hilbijartina felata ji zilm û dîktatoriyê ye. Niha wext e ku em ji vê desthilatê xwe xelas bikin; ma ne vê desthilatê di erdhejê de xelk li ber mirinê hişt. Ji ber wê dengê li derveyî Tirkiyeyê gelekî girîng in.”
Ev zext wê bi dawî bibe
Sipan Kaya jî dengê xwe li Mainzê da. Wê got, wê dengê xwe ji bo parlamenteriyê daye Partiya Çep a Kesk û ji bo serokkomariyê jî daye Kılıçdaroğlu. Di dewamê de ew dibêje, “Ji bo ku ev desthilatdariya zilmê ji ser serê me biçe, min dengê xwe welê da. Xwedê bike li xêra milet be, bêhna milet bê berê, ev zilm bi dawî bibe.”