- Ji bo Kurdên li Elmanyayê çapemenî û siyaset peyva Tirk bi kar tîne.
"Fransiya xwedî dikan, ne aciz e ji meselê, ew dibêje, ´tu dizanî ez Elman im´ û dibeşişe." Ev hevokeke ecêb e ne wisa? Lê ne ji bo me Kurdan. Ji mêj e ku ji bo Kurdên li Elmanyayê çapemenî û siyaset peyva Tirk bi kar tîne. Lê piştî têkoşîneke bi dehan salan li Elmanyayê hîna jî ev diqewime. Li ser hilbijartinên cihê yên li NRW´yê nûçeyeke ne li ser partiyên siyasî û namzetan belav bû. Li ser Seydî Dogan ê ku ji bo afîşeke Die Linke modelî kir, Alexandra Wehrmann nûçeyek ji RP Onlien re hazir kiriye. Seydi Dogan li Dusseldorfê dikaneke donerê dixebitîne. Di nûçeyê de hatiye gotin, "Mêvanên dikana wî jî gelek caran pirsa karê wî yê modeliyê ji vî Tirkî dikin. … Gelo ew ê dengê xwe bide wê partiya ku wî modelî jê re kir? Ew erê dike, ´Hûn dizanin, ez Kurd im. Em Kurd timî elaqeya me bi Partiya Çep re heye.´"
Zilam nebêje "ez Kurd im“, ji bo Alexandra Wehrmann yan jî edîtora wê, ew ê tenê Tirk bûye. FRANKFURT