Kurdan maç rawestand

În 30 Çile 2026 - 02:45

Di maça Manchester City û Galatasarayê de çalakiyeke balkêş ji bo piştgiriya Rojava hat lidarxistin. 3 ciwanên Kurd ketin nava sahê û maç dan rawestandin û ala Kurdistanê derxistin û îşaretên serkeftinê nîşan dan. Li Îngîltereyê tîma Manchester City û Galatasaray hatin pêşberî hev. Di deqîqeya 50’î ya maçê de sê ciwanên Kurd ketin sahê û maçê dan rawestandin. Ciwanan ku çalakî li dar xistin ala Kurdistanê vekirin û ji bo piştgiriya Rojava dirûşme ya “Bijî Kurd” berz kirin. Bi taybetî ciwanek ku bi cil û bergên Kurdî çalakî li dar dixe, bêtir balê kişand ser xwe. Çalakiya ku demek kurt dewam kir û bala hemû alîgiran, futbolîstan û raya giştî ya cîhanê kişandin ser xwe, bi mudaxileya hêzên ewlehiyê yên sahê çalakî bi dawî bû. Piştî ciwan ji sehê hatin derxistin, maç ji cihê ku rawestiyabû berdewam kir. Hate diyarkirin ku armanca ciwanan ew bû ku balê bikişînin ser bêdengiya raya giştî ya li ser Rojavayê Kurdistanê.

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.