- Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê daketin kolanan û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê daketin kolanan û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.
MUNCHEN: Kurdistanî û dostên wan li Karlsplatz Stachusê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de, daxuyaniya KOM-MED’ê hate xwendin û timî dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Bijî berxwedana gerîla “ û “Leşkerên Tirk ji Kurdistanê derkeve” hatin gotin. Kurdistaniyan bang li welatên Ewrûpayê kir ku nebin hevparê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê.
KOLN: Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurdan a Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ber Katedrala Kolnê (Koelner Dom) xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmên “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime” û “Bimre xiyanet” nerazîbûna xwe anî ziman. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrût di çalakiyê de axivî û got, heger PDK dest ji xeta xiyanetê bernede û destê dewleta Tirk a dagirker di dagirkeriya Kurdistanê de hebe, wê her tim weke xayinekî di dîrokê de bê bibîranîn.
DUISBURG: Kurdistaniyan û dostên wan li Gara Trenê ya navendî civiyan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Zê, Avaşîn û Metîna şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Parastina gerîla parastina Kurdistanê ye” û “Bimre xiyanet, bijî berxwedana gerîla” hatin gotin. Li ser navê YJK-E Ayten Kaplan bal bire ser polîtîkayên durû yên Yekîtiya Ewrûpayê û NATO’yê, bêdengiya li hemberî konsepta dagirkeriyê şermezar kir û diyar kir ku ew ê weke jin her roj li qadan bin.
FREIBURG: Kurdistaniyan li dijî xiyaneta PDK´ê û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk meşek li dar xist. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Kurdistaniyan di çalakiyê de got, ew ê tu carî xiyaneta PDK’ê qebûl nekin.
FRANKFURT: Kurdistanî li Frankfurtê beşdarî çalakiya aştiyê ya Paskalyayê bûn û li wir êrîşên dagirkeriyê yên dewketa Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Elmanyayê hate kirin da ku êdî çekan nefiroşe dewleta Tirk.
DORTMUND: Çalakiya li ber Gara Navendî ya Bajêr pêk hat. Kurdistaniyan û dostên wan dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
DARMSTADT: Kurdistaniyên li bajarê Darmstadtê dijîn êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. Bi pêşengiya DTKM’ê ya Darmstadtê li qada Luîsen Platzê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de hevkariya PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.
KASSEL: Kurdustanî û aktîvîstên înternasyonalîst li meydana Konigsplatzê hatin gel hev. Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hatin şermezarkirin. Di axaftinan de bêdengiya welatan hate şermezarkirin. Doh gava nûçeya me dihat amadekirin, li heman meydanê careke din dagirkeriya dewleta Tirk dihat rûreşkirin.
DUSSELDORF: Bi pêşengiya YJK-E ya Dusseldorfê û FED-MED a Dusseldorfê çalakiya şermezarkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê bi rê ve çû. Bi sedan Kurdistanî li ber Hauptbahnhofê kom bûn û bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimre xiyanet” gotin.
Wekî din li bajarên Elmanyayê Bielefeld, Gottingen, Saarbrucken, Leipzig û Giessenê jî bi çalakiyên cuda êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hatin protestokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN