Kurd û dostên wan rabûn ser piyan
Çarşem 4 Kanûn 2024 - 03:10
Kurd û dostên wan ên ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek navendan daketin qadan, bang li raya giştî kirin ku Şoreşa Rojeva biparêzin.
ELMANYA
Li paytexta Elmanya Berlinê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekî hate protestokirin. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) Jan Van Aken di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku divê dewletên YE û bi taybet Elmanya peydakirina çekan ji bo dewleta Tirk û Erdogan berdin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî daketin qadan. Girseya ku flamayên kes, zor û zer hildan û dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Frankfurt jî bi sedan Kurd û dostên wan li ber statsyona navendî ya bajar hatin ba hev û heta Qada Hauptwacheyê dest bi meşê kirin. Kurd û dostên wan banga piştevaniya bi Rojava re kirin.
Li bajarê Freiburg êrîşên li ser Rojava bi meş û mîtîngê hate protestokirin. Di mîtingê de berxwedana gelê Rojava hate silavkirin û peyamên piştevaniyê ya ji bo parastina herêmê hate dayîn.
Li bajarê Dusseldorf êrîşên deweta Tirk ên li ser Rojava bi mîtîngekî hate protestokirin.
Li bajarê Darmstadt bi dehan Kurd û dostên wan li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin. Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan axivî û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan xwedî li hêzên ku Rojava diparêzin, derkevin.
Li bajarê Hannover êrîşên li ser Rojava bi meş û mîtîngê hate protestokirin. Mîtîng bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku kolanan neterikînin.
Li bajarê Mannheim jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Li Kolnê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin.
Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate protestokirin. Kurd û dostên wan ên li Lautenschlagerstaße hatin cem hev, heta Rotebuhlplatzê meşiyan û li wir daxuyanî dan.
HOLLANDA
Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistaniyên li ber avahiya Konsolxaneya Tirkiyê hatin ba hev, bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG" û "Bijî YPJ" berz kirin. Di çalakiyê de bi zimanê Îngilîzî daxuyanî hat xwendin û banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.
Kurdistanî li bajarê Arnhem ê Hollandayê li Willenspleinê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.
SWÎSRE
Li bajarê Bellinzona yê Kantona Ticino yê Swîsreyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Rojava hate protestokirin. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ) hatin berzkirin.
Li bajarê Lozan girse li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Li ser navê CDK-Lozan Hayrettîn Oztekîn daxuyaniya hevpar a CDK-S û YJK-S’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê xwend. Li ser navê Partiya Ensemble à Gauche Pierre Patellî anî ziman ku ew li gel Pergala Konfederalîzma Demokratîk in ku bi şoreşa Rojava re hatiye afirandin.
AVÛSTÛRYA
Li paytexta Awusturya Viyanayê bi pêşengiya pêkhateyên Civaka Azad û Defend Kurdistan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û mîtîng hate lidarxistin. Di meşa ku ji kolanên herî qelebalix ên Viyanayê Stephansplatzê dest pê kir û heta Parlementoyê dewam kir de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Gelê Kurd wê her tim li ser piyan bimîne û li ber xwe bide.”
QIBRIS
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî protesto kirin. Girseya ku li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Thefilosê li hev civiyan, ber bi Şaredariya Limasolê ve meşiyan.
Siyasetmedar Lezgîn Serhat û nûnerên PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş di çalakiyê de axivîn. Di çalakiyê de hişyarî hate kirin ku bi tenê daxuyaniyên şervanên azadiya Kurdistanê û nûnerên siyasî yên gelê Kurd esas bigirin.
SWÊD
Li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK’ê li qada Sergels Torgê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Endama Meclîsa Jinê ya Amara Girin Kasirga axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî dixwazin destkeftiyên ku gel bi berdêlên mezin bi dest xistine ji holê rakin.” Di dawiya çalakiyê de bang hate kirin ku her tim di nava çalakiyan de bin.
Kurd û dostên wan li bajarê Malmoyê başûrê Swêdê li ser banga NCDK Skandînavyayê li hev civiyan. Di axaftina li ser navê NCDK’ê de hate xwestin ku gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi hestiyar bin.
Kurd û dostên wan li ser Rojava li bajarê Goteborgê daketin qadan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li pişt êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî piştgiriyeke navneteweyî heye û banga piştevaniyê ya bi Rojava re hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN