Kurd û dostên wan qadan naterikînin

Şemî 31 Çile 2026 - 04:00

  • Li gelek bajarên cîhanê pêlên protestoyê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên DAİŞ û HTŞ yên li ser Rojava bilind dibin.

Çalakiyên seferberiyê yên li seranserî cîhanê yên gelê Kurd û dostên wan her diçe mezin dibe û bibandortir dibe. Divê çarçoveyê de bi dehan navendên cîhanê gelê Kurd û dostên wan daketin qadan û peyama berxwedanê dan.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, êrîşên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de yên li ser Rojava hatin protesto kirin. Di çalakiya ku li Kiliansplatzê hat li dar xistin de bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst beşdar bûn.

HAGEN

Mîtîng û meşa ku li Hagenê hate li dar xistin, bi beşdariya girseyî ya Kurdistanî û bi coş û biryardariyeke mezin pêk hat. Li dijî êrîşên li dijî mirovahiyê yên li ser Rojava, di dema meş û mîtîngê de yekîtî û piştgiriyeke xurt hat nîşandan.

HAMBURG

Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk (MGKD) a Hamburgê, bi armanca protesto kirina êrîşên HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Altonayê meşeke berfireh li dar xist. Bi hezaran kesên ku li ber IKEA ya Altonayê civiyan, li ser rêya Rote Florayê meşiyan.

FREIBURG

Li bajarê Freiburgê bi hezaran kesên ku li navenda bajêr civiyan, meşeke piştgiriyê ji bo gelê Rojava pêkanîn. Girseya gel di meşa ku nêzî saetekê dom kir de, bi sloganên ku avêtin her tim dan xuyakirin ku ew li gel Rojava ne. Gelê ku qad dagirt, careke din dubare kir ku heta rewşa li Rojava neguherê ew ê kolanên Freiburgê neterikînin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover, meşek hat li dar xistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de Kurdistanî ji bo Rojava bûn yek dil. Hevseroka FEDDEM’ê Hakîme Yusuf, parlamenter Feleknaz Uca û nûnerên DEFEND Rojava di axaftinên xwe de banga meşa mezin a Rojava ya ku dê roja Şemiyê li Hannoverê were lidarxistin kirin.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, mîtîngek girseyî hate li dar xistin. Çalakiya ku bi beşdariya Kurdên li Kielê dijîn û dostên wan ên di nav piştgiriyê de ne hat lidarxistin, li Asmus-Bremer-Platzê dest pê kir. Bi sloganan hat destnîşankirin ku bi xurtî li mîrateya berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li Rojavayê Kurdlandê tê meşandin xwedî derdikevin.

KOLN

Li Kolnê ‘Çalakiya bêdem’ ku bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatiye destpêkirin, bi biryardarî dewam dike. Kurdistanî û dostên wan, li pêşiya Dom Katedrali li hev civiyan û bertekên xwe li dijî dagirkeriyê anîn ser ziman.

Di daxuyaniya li ser navê girseyê de, banga tevlîbûnê ji bo mitînga ku wê sibê li Dortmundê were lidarxistin, hate kirin.

Herwiha li bajarên Frankfûrt, Trîer, Mulheim Am Ruhr, Berlîn, Bîelefeld, Saarbrûckenê jî Kur û dostên xwe bi çalakiyên girseyî xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin.

PARÎS

Li Parîsê, girseya ku ji bo silavkirina şoreşa Rojava li hev civiyan, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Welatiyên Fransî jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan. Di çalakiyê de Diyar Botan axivî. Botan bal kişand ser qirkirin, zext û zilma li ser Roajva û bang li welatên Ewropayê kir: “Vî şerî rawestînin. Hûn heta vê rojê deyndarê gelê Kurd bûn, îro dema dayîna deynê xwe ye.”

CANNES

Li Cannesê, bi sedan kes êrîşên çeteyên HTŞ’ê ya di bin serokatiya kujer Colanî de li ser Rojava, protesto kirin. Girseya ku li pêşiya Walîtiya Cannesê li hev kom bûn, piştî deqîqek rêzgirtinê, dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berzkirin.

ROUEN

Li bajarê Rouen ê girêdayî Herêma Normandiya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Rojava Biparêze” çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan bi girseyî tevlî çalakiyê bûn. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya berxwedana ku li Rojava bi pêşengiya jinan li ser bingeha demokrasî û azadîxwaziyê ji bo hemû gelan.

NEUCHÂTEL

Li kantona Neuchâtel a Swîsreyê, çalakiya Kurdistaniyan li bajarê La Chaux-de-Fonds bû. Partiya Karkeran (POP), Sendîkaya Unia û Înîsiyatîfa Greva Avhewayê ya Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî destpê kir. Komek mirov li wir kom bûn û bi dirûşmeyan êrîşên li ser Rojava şermezarkirin û bi ber bi navenda bajar ve meşiyan.

LUZERN

Li bajarê Luzern a Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, bi bangê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM-LU) bi sedan Kurdistanî û dostên wan li meydanê Kapellplatz kom bûn û heta Helvetiaplatz meşiyan.

ZURİH

Li bajarê Zurih a Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan li Helvetiaplatz kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Kurdistan yek e, gelê Kurd yek e” û “Bijî Yekîtî” çalakiyê bi dawî kir.

LONDON

Li Londrayê li dijî êrîşên li ser Rojava, Kurdistanî li herêma bakur a Ponders Endê kom bûn. Piştî axaftinan, gel bi dirûşmeyan re ber bi herêma Waltham Cross ve meşiya. Di dema meşê de stran hatin gotin û gel bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” kolanan dagirtin. Dema ku gel ji herêma Enfield a ku Kurdistanî pir lê dijîn derbas dibû, piştgiriya gel bi çepiklêdan û tilîliyên xurt bala herkesî kişand.

LÎVERPOOL

Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de peyama piştevaniyê ji bo YPG, YPJ û hemû gelên li Rojava hate dayîn û hate destnîşankirin ku şehîd ne bi bêdengî bi têkoşînê werin bi bîr anîn.

OSLO

Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava berdewam kirin. Êvarê saetên dereng li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan, êrîşên HTŞ, DAIŞ û dewleta dagirker a Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

TORONTO

Li Torontoyê Kurdistanî li ber avahiya navendî ya saziya weşanê ya Kanadayê CBC (CBC Television, CBC Radio, CBC News Network, CBC.ca) kom bûn û saziyên medyayê yên ku qirkirina li Rojava nabînin şermezar kirin. Piştî çalakiyê komek çalakvan ketin hundirê avahiya CBC’yê û dosyeyên ku li ser êrîşên li Rojava amade kiribûn radestî berpirsiyarên saziyê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.