Kurd li Ewrûpa bûne Newroz

Şemî 23 Adar 2024 - 00:43

  • Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê bi meşên meşaleyê û pîrozbahiyên cihêreng Newroz pêşiwazî kirin û diyar kirin ku ew ê xwedî li rihê berxwedêriyê ya Newrozê derkevin.

Li 7 bajarên ên Swîsreyê agirê Newrozê hate dadan

Kurdistaniyan bi meşên meşaleyî Newroz pêşwazî kirin û ji bo serxistina pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' diyar kirin ku wê xwedî li ruhê berxwedêriyê yê Newrozê derkevin. Li bajarên Aaraû, Bîel, Solothûrn, Lûzern, Basel, St. Gallen, Rapperswîl, Wîntherthûr û Bernê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li bajarên Lîmassol ê Qibrisê û Esslingen û Dûîsbûrg ê Elmanyayêî li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Cejna Newrozê li eyaleta Saitama ya li bakurê paytexta Japonya Tokyoyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên Japon ve bi coş hat pîrozkirin. Kurdên ji herêmên cuda yên Japonyayê ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Parka Akîgase ya bajarê Saîtama ve herikîn. Tevî endamên meclîsa dewleta Japonê û endamên parlamentoya Japonyayê, Kurd û Japon jî di nav de nêzî hezar û 500 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li paytexta Yûnanîstan Atînayê jî Kurdan û Yûnaniyan bi pîrozbahiyeke girseyî Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan peyamên mezinkirina berxwedanê hate kirin û gerîla hate silav kirin. Pîrozbahî li meydana 1’ê Gulanê pêk hat û ji çar parçeyên Kurdistanê bi sedan Kurd û bi sedan Yûnanî beşdar bûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.