Kurd li Elmanya bûne şevçiraxa Newrozê

În 22 Adar 2024 - 00:58

Li gelek navendên Ewropayê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozkirina Newrozê de ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin slavkirin.

Li Ewropayê Kurd bi cil û bergên xwe yên Kurdî, bi rengên kesk û sor û zer, bi dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’, bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Newroz bi meşeke bi meşaleyî hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa meşaleyî bûn, ku meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ve hate lidarxistin.

Li Kassel ê Elmanyayê jî Newroz bi dirûşmeya “Newroza azadiya Rêber Apo” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, agirê Newrozê hate vêxistin. Girse li ber stranên hunermend Hozan Serfîraz, Silava û Koroya Zarokan govend gerand.

Her wiha li Koln, Bremen û paytexa Elmanya Berlînê jî Newroz bi coşiyeke mezin hate pîrozkirin.

Ji bilî Elmanya bi sedan kesên ku li Amsterdama paytexta Hollandayê û bajarê Den Haagê li hev civiyan Newroz bi coş pîroz kirin û ji Ocalan re azadî xwestin.

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan bi vêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê şahiyek bi coş li dar xistin. Di pîrozbahiyê de ku fîşekên hewayî asîman ronî kirin, gel dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.