Rojnamevan Mohammed Hardan ji Ingilîziya Al-Monitor re li ser dewra Rûsyayê di peywendiyên Rêveberiya Xweser û Şamê de nivîsiye. Ew daxuyaniya wezîrê karê derve yê Rûs, Sergey Lavrov bi bîr dixe û dibêje, aliyê Kurd li ser banga Lavrovî hîna hemfikr û yekqenaet nebûye.
Lavrov 2´yê Tîrmehê li Moskovê piştî hevdîtina bi wezîrê karê derve yê Bahreynê Ebdulletîf bin Reşîd el-Zayanî re di daxuyaniya çapemeniyê de xwestibû ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî weke hêzeke siyasî ya xweser diyalogê bi hikûmeta Sûrî re bide destpêkirin.
Partiya Çêpgir a Demokratîk a Kurd li Sûrî (PÇDK-S) ku di nava PYNK´ê de cihê xwe digire, dibêje, du meseleyên sereke hene ku divê bên minaqeşekirin. Ya yekê ev e: Modela sîstema siyasî ya siberoja Sûrî, awayê têkiliyên wê bi Rêveberiya Xweser û aliyên din ên Sûrî re, û nasnameya dewletê. Ya diduyî jî ev e: Modela siyasî û aborî ya ku wê herêmên Rêvebeirya Xweser bi hikûmeta navendî re girêbide.
Partiyê ji Al-Araby Al-Jadeed re 5´ê Tîrmehê gotibû, ji bo vê jî serê pêşî divê hikûmeta Şamê karibe ji yekdestdariya hêz û desthilatê bê xwarê û aliyên siyasî yên li Sûrî nas bike.
Rûsya ne ciddî ye
Herçî ENKS ye, tevî ku ne hedê wê ye, xwe xistiye nav meselê û ji heman rojnameyê re peyiviye. Ew dibêje, diyalogeke bi Şamê re wê temsîla wan neke.
Sekreterê Giştî yê PÇDK-S´ê Mihemed Mûsa jî ji Al-Monitorê re peyiviye û gotiye, “Diyalog muhim e, lê di nava prensîpan de. Ya ji hemûyan jî muhimtir, rejîm divê mafên miletê Kurd û partiyên Kurd jî qebûl bike, helbet divê daxuyaniyên xwe yên berê jî betal bike. Divê diyalog bi çavdêriya navneteweyî bibe, ji ber ku Rûsya bi vê gava xwe ne ciddî ye, gava ew diavêje, tenê bang û daxuyanî ne.”
Gelo baş e yan xirab e?
Sermuzakerevanê PYNK´ê Salih Gedo jî gotiye, “Helwêsta Lavrov gaveke erênî ye. Em yeqîn dikin ku peyivîna bi hikûmeta Sûrî re dikare alîkar be ji bo peydakirina çareseriya krîza Sûrî.”
Şiyar Xelîl jî ji Efrînê ye û edîtorê rêveber ê Levant Newsê ye. Wî ji Al-Monitorê re gotiye, “Rejîm hewl dide kanalên diyalogê bi Rêveberiya Xweser re veke da ku wê dûrî Washingtonê bike û nêzîkî Moskovê bike. Lê dibe ku ev bibe sedema pirsgirêkan di navbera xweseriyê û hevgirên wê yên di nava koalîsyona navneteweyî de. Bêguman her gava ber bi diyalogeke bi rejîmê re wê şaşiyek be ji ber ku ti kartên rejîmê li dijî Rêveberiya Xweser nemane. Danûstandin di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de her hebû, lê Rêveberiya Xweser niha xwedî avantajeke mezin e li hemberî Şamê; divê ew hay ji xwe hebe di meseleya bangên ji bo diyalogê û muzakereyan ên rejîmê de."