M. ZAHÎT EKÎNCÎ - LEYLA AKARSU
Kurdên ku li bajarê Elmanyayê Hamburgê dengê xwe dan, xwestin her kes ji dengê xwe bide û ji bo Partiya Çep a Kesk bixebite. Kurdên ku li bajarê Fransayê Strasbourgê dengê xwe dan jî eşkere got, ji bo azadiya jinan û gelan dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Pîrê Alewiyan, Mustafa Misir ev 30 sal in li Hamburgê dimîne. Wî dengê xwe da û got, “Min dengekî xwe da Yeşil Sol Parti û dengekî xwe jî da Kılıçdaroğlu. Carinan bi dengekî jî çarenûsa welatekî diguhere.”
Îdrîs Savci yê ji Nisêbînê li Stade ya 70 kîlometreyan dûrî Hamburgê dimîne. Ew jî di xebatên Koordînasyona Hilbijartinê ya derveyî Tirkiyeyê ya Partiya Çep a Kes de cihê xwe digire. Ew dibêje, “Em hewl didin bersivê bidin pêdiviya hilbijêran a wesaîtan û em pêdiviyên muşahidan jî dabîn dikin. Ji bo serketina partiya xwe em 24 saetan bi ruhê seferberiyê dixebitin.” Wî xwest her kesê li Hamburg û dora wê dengê xwe bide. ‘’
Rabia Akgun Taşyapan jî li Hamburgê muşahid e. Ew dibêje, “Nexasim jî jin divê ji bo serketina Yeşil Sol Partiyê bixebitin. Her dengê em ê bidin ji bo aştiya civakî ye.” Wê xwest nexasim jî jin bi awayekî aktîftir ji bo serketina Partiya Çep a Kesk kar bikin.
Em hemû dikarin tiştekî bikin
Hasan Arslan ê Nisêbînî, ev 12 sal in li bajarê Elmanyayê Lahrê dimîne, û ew hilbijêran dibe ser sindoqa li Strasbourgê. Ew dibêje, “Dengek jî dengek e, divê em hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Yeşil Sol Parti. Heger derfeta xelkê nebe biçin jî em li vir in, wezîfeya me ye ku em wan bibin ser sindoqan.”
Leyla Arslan a ji Hatayê jî ev bûn 12 sal sirgûn e li Elmanyayê. Leyla Arslan dibêje, “Weke jineke Kurd ez bi hesreta welatê xwe me. Ji bo vegera welatê xwe ez dengê xwe didim Yeşil Sol Partiyê. Hilbijêrên dengê xwe nedin, esas dengê xwe didin desthilata AKP-MHP´ê.”
Pelda Acar a ji Şirnexê ya 19 salî jî ev 4 sal in sirgûn bûye û li Elmanyayê dimîne. Wê jî dengê xwe li Strasbourgê da. Pelda Acar dibêje, “Min dengê xwe da Yeşil Sol Partiyê. Ez bêriya taxa xwe dikim. Xwişka min Tenzile Acar jî ji 21´ê Adara 2017’an ve li hepsa jinan a Bakirkoya Stenbolê girtî ye. Nexweşiya wê giran e, lê nayê tehliyekirin. Bila her kes li mirovên di zindanan de bifikire û dengê xwe bide. Jibo cenaze dernekevin ji bo girtiyên siyasî azad bibin, em dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê”.