Kurd bi yekrêziyê dibin hêz

Çarşem 21 Tebax 2024 - 02:50

  • Berpirsa Komîteya Peywendiyan a KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkilî êrîşên dagirkeriya Tirk ên domdar ên li Kurdistanê got Kurd dema ku yekrêziya xwe temam bikin dikarin bibin hêza çareserî û guhertinê, xiyaneta malbata Barzaniyan bi bîr xist û got divê ti hêviya mirov ji vê malbatê nebe.

Berpirsa Komîteya Peywendiyan a Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger, têkildarî çavkaniyên pirsgirêk û aloziyên cîhanê bi taybetî jî êrişên dewleta Tirk, hewldanên qirkirina gelê Kurd, giringiya fikir û felsefeya Rêber Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkan axivî.

Kemanger têkilî şerê li gelek aliyê cîhanê diyar netew-dewletên herêmî sedema şer in û got,’’Di rastiyê de şer di navbera gel û netewan de nîne. Ya rast şer di nava desthilatê de heye. Deshilat li kuderê hebe pirsgirêkan ji bo tinekirina mirov û şeran derdixin.’’

Têkoşîna vegera li dîroka xwe

Kemanger diyar kir li dijî êrîşên netew-dewletan û pergala sermeyadarî berxwedanî jî heye, berxwedana Kurdan bi bîr xist ku ev 50 salî didome û got,’’Bi pêşengiya Tevgera Azadiyê  bi rengekî  sîstematîk têkoşîn tê kirin. Vegera li dîrok, çand û derxistina rastiyên veşartî çêbûye.’’

Kemanger bi domdarî destnîşan kir li gel hemû êrîşan jî Kurdên azadîxwaz li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengtiyê dikin û got,’’Tevî hemû bêdadiya ku di şer de heye, gerîlayên azadiyê pênaseya şer veguherandin xweparastinê.’’

Tevgera Apoyî kana hêzê ye

Kemangar destnîşan akir Tevgera Apoyî bûye kana hêz û moralê û got,’’Desthilat dixwazin siyaseta xwe li herêmê birêve bibin. Tevgera Azadîxwaz a Kurd wek faktorek gelek mezin li pêş xwe dibînin. Yanî Tevgera Apoyî li pêşberî siyaseta desthilatan a qirkirina gel bûye astengî û metirsî. Di heman demê de Tevgera Apoyî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêz û moralê.’’

Dijî êrîşên Başûr helwest lazim e

Kemanger êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got,’’Pêwîst e her kes êrişên ku niha li ser Şêladiz û Amêdiyê çêdibin, wek êrişek li ser mala xwe bibîne û li beramber de dengê xwe bilind bike. ‘’

Çaserî azadiya Ocalan e

Kemanger tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir, her wiha diyar kir dijî vê tecrîdê kampanyaya ‘’Ji Ocalan re azadî’’ bi bîr xist û got,’’Kampanya ku li ser asta cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê meşandin wê yekê nîşan dide ku piştgiriyek mezin ji vê fikir û felsefeya Rêber Ocalan re heye. Hat nîşandan ku wê nikaribin vê fikir û felsefeya Rêber Ocalan di girtîgehê de bihêlin. Take çareseriya wê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.’’

Mirov ji xayinan hêvî nake

Têkilî êrîşên domdar ên dagirkeriya Tirk jî Kemanger got Kurd dema ku yekgirtî bin dibin hêza guhartinê û pirsgirêkên xwe çareser dikin, têkilî hevkariya malbata Barzaniyan a bi dewleta Tirk jî got,’’Dema mirov dibîne binemala Barzanî bi vî rengî êrişî ser gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin, pêşiya artêşa Tirk dikevin, bajarên Başûrê Kurdistanê dixin jêr metirsiyê de, ma wê çi bendewarî ji binemala Barzanî bê kirin? Mirov li bendê namîne ku hêzek xiyanetkar, kar ji bo yekrêziya gelê Kurd bike. ‘’

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.