MUHAMMED KAYA
BERLÎN
Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), Kurd-Akad û Înstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê bi hev re konferanseke online organîze kir. Di konferansê de sê panel hebûn:
-Di peywenda siyaset û civakê de zimanê Kurdî: nakokî û vebijark
-Zimanê Kurdî û dîasporaya Kurd: Minaqeşe û têgeh
-Di perwerdeyê de Kurdî: Zehmetî û firsend
Endamê desteya rêveber a YMK´ê Yusuf Bilgiç moderatoriya panela yekê kir. Ji dersdara beşa Zimanzaniya Giştî ya Zanîngeha Bambergê Dr. Handan Çaglayan di axaftina xwe de îşaret bi cinsiyetparêziya di warê parastina ziman de kir û got, parastina ziman barekî neteweyî ye û nabe tenê li ser pişta jinê be. Wê ev yek weke neheqî bi nav kir û got, ev ne realîst e jî.
Hevserokê Înstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê Fevzî Ozmen jî di çarçoveya yekîtiya neteweyî de berê xwe da zimên. Ozmen bal bire ser dûrbûna ji hev a wêjeyên şêwezarên cihê û got, tesîra bikaranîna alfabeyên cihê jî divê neyê jibîrkirin.
Di panela duyem a bi moderatoriya xwendekara doktorayê li zanîngeha Bremenê, Munevver Azizoglu-Bazan de, Serokê YMK´ê Abdulkadir Ulumaskan got, Li Elmanyayê astengiyên li pêşiya dersên zimanê Kurdî li dibistanan her diçe kêm dibin. Ulumaskan got, di warê zimanê Kurdî û organîzekirina dersên zimanê Kurdî de pirsgirêkên ji ber malbatan, ji ber komeleyan û aliyên siyasî hene. Wî got, heger her komeleyekê li ber xwe weke wezîfe organîzekirina dersan daniya, îro ne 3 hezar lê gelekî bêhtir zarok wê li bidistanên Elmanyayê biçûna dersên Kurdî. Wî rexneyeke giştî li Kurdan û saziyên wan ên civakî û siyasî girt û got, behsa girîngiya zimanê Kurdî dikin, lê jiyanê li derveyî Kurdî ava dikin, ev ne rast e.
Divê malbat bên qanehkirin
Mamoste Ajo Al-Amin ê ku li ser navê YEK-MAL Berlînê beşdarî konferansê bû jî got, sala 2015´an li Berlînê hîç dersên zimanê Kurdî li dibistanan nebûn, lê îro li çar sinifan dersan didin. Wî got, ji bo vê, karê herî muhim qanehkirina malbatan e. Wî îşaret bi wê yekê kir ku her malbat xwedî fikarên cihê ye û divê yek bi yek bi wan re mirov bipeyive. Hin jê ditirsin ku dersên Kurdî nehêlin zarok hînî Kurdî Elmanî bibin, wan ji wan re bi daneyan rave kiriye û gotiye, berevajî vê, zimanê dayikê hînbûna zimanekî din hêsantir dike. Hinên din fikarên xwe yên bialîbûna dersan îfade kirine, û wan jî ji van malbatan re rave kiriye ka ders çawa li dibistanan û fermî bi rê ve diçin. Wî her wiha got, divê zarokên diçin dersê jî hez ji dersê bikin. Ji ber wê jî divê pedagog dersên xwe li gorî vê amade bikin û têkiliyê xwe bi şagirtan jî li gorî vê deynin.
Mamosteyên pispor kêm in
Bi moderatoriya fizîkvan Hulya Turgut, panela sêyem li ser nirxandina tecrûbeya perwerdeya bi Kurdî li Rojava û Başûrê Kurdistanê bû. Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa li vir îşaret bi zehmetiyên bipêşxistina şoreşa ziman û firsendên ku pê re derketin holê, peyivî. Wê got, îro jî pirsgirêka herî mezin peydakirina wan mamosteyên di dersên cihê de pispor e, yên ku karibin bi Kurdî dersê bidin. Weke yekê ji pirsgirêkên din ên cidî wê îşaret bi propagandaya rejîma Beesê kir ku dibêje, ti siberoja perwerdeya bi Kurdî nîne.
Ji Zanîngeha Zaxoyê jî dersdarê beşa Ingilîzî Khorsheed Mohammed Rasheed Ahmed behsa zanîngehan li Başûr kir û got, li Başûr 14 zanîngehên dewletê û 18 zanîngehên taybet hene. Wî got, sala 1993´yan vekirina beşa Kurdî li zanîngeha Duhokê ji bo beşên din jî bûye pêşeng û wan jî ji bo mufredatê ji wê feyz girtiye.