Şêwekar û sêwirmend OIga Prinku ji dêvla ku bi motîfên kulîlkan hin tiştan bisêwirîne, ew rasterast kulîlkan bi kar tîne ji bo karên xwe yên hunerî. Ew li Ingilistanê dimîne û ev demeke dirêj e ku li ser cawên spî kulîlkên hişkkirî bi cih dike û bi vî awayî xweza û karên destan ên ku îşaret bi çandeke kevn dikin, bi hev re dinirxîne.

Gava mirov li kulîlkên hişkkirî difikire hesasbûna wan tê bîra mirovî û mirov baştir fêm dike ku ev ne karekî hêsan e. Olga Prinku jî bi hesasiyeteke mezin nêzî karê xwe dibe, pirr bi baldarî hunerê xwe îcra dike. Sêwirandinên wê her wiha nîşana konstanrasyoneke bêhempa ne jî, ew her çend bi awayekî serbest van karan dike jî, hin handîkapên wê hene.

Olga Prinku beriya bi van karan dakeve, weke sêwirmendê grafîkan dixebitî. Wê ji bo karên xwe got; “Beriya ku bi kulîlkên hişk van berheman çêkim, min qet ji karê neqişandinê fêm nedikir û min ew kar nekiribû jî. Ez ji destegul û çelengan gelekî hez dikim û ev fikir jî ji ber çêkirina çelengan bi min re peyda bû. Helbet ez heyranê rêûresmên welatê xwe me jî. Ez bi eslê xwe ji Moldovayê me. Motîfên li ser xalîçeyên welatê min, îlhamê didin min, nexasim jî motîfên folklorîk. Her wiha ez ji xwezayê gelekî hez dikim, gelek caran li xwezayê digerim. Gava li xwezayê digerim, kulîlkan kom dikim û bi van xebatên xwe balê dibim ser têkiliya di navbera xweza û insanan de. Nexasim jî xweşikiya li xwezayê ya ku piştî bi demeke kurt winda dibe û namîne.”

LONDON