Kujer nayên xelatkirin
Şemî 17 Gulan 2025 - 02:05
Endam û rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê biryara tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef wek fermadarê yekîneyeke leşkerî ya desthilata Şamê şermezar kirin û gotin:"Kujer nayên xelatkirin, lê hesab ji wan tê pirsîn. Hesabpirsîn jî beşek biçûk a pêkanîna edaletê ye."
Desthilata Şamê beriya çend rojan çete Hatim Ebû Şeqra ku gelek sûc kirine û sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiriye, wek fermandarê yekîneyeke leşkerî ya desthilatê tayîn kir. Li hemberî vê biryarê de gelek bertek derketin.
Hevserokê Meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Xerîr der barê mijarê de axivî.
Mihemed Xerîr anî ziman ku dê teşhîkirina sûcdarên ku bûne sedema herkîna xwîna gelê Sûriyeyê bidomînin û got: "Kujer nayên xelatkirin, lê hesab ji wan tê pirsîn. Hesabpirsîn jî beşek biçûk a pêkanîna edaletê ye."
Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emîra Elî jî biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra şermezar kir û bi bîr xist ku vî çeteyê gelek sûc kirine, bi cenazeyan lîstiye, destdirêjî û kiryarên terorî kirine.
Emîra Elî diyar kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi israr e ku jin rola xwe ya bingehîn di siberoja Sûriyeyê de bilîze û got, divê mafên jinan di destûra nû de bên mîsogerkirin.
Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hena Kerdûş biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şerqa şermezar kir û wekî biryareke xeternak li ser gelê Sûriyeyê û jinan bi taybetî pênase kir.
ANHA/HELEB/MIHEMED EBDO