Kûçikê Stalîn hewceyî alîkariyê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Tîrmeh 2021 - 01:39

Sîbêj Performans ku şanoyên Kurdî derdixe ser dikê, niha jî bi lîstika Kurdî ya bi navê “Kûçikê Stalîn” dixwaze derkeve ser dikê. Lê ji bo, karibin bi vê lîstikê derkevin ser dikê, alîkariyê dixwazin.
Sîbêj Performans, komeke şanoya Kurdî ye ku sala 2018´an hatiye damezirandin û performansa xwe ya yekem bi lîstika “Di Tuwaletê De” kiriye. Rênas Jiyan metna vê lîstik nivîsandiye.

Sîbêj Performans ji bo heyama nû ya nîşandana şanoyê, bang kir li xelkê da ku piştevaniyê wê bike. Wê her wiha babeta lîstika xwe ya nû jî aşkere kir: “Di heyama nû de, em ji bo lîstika bi navê ‘Kûçikê Stalîn’ ya ku Zinar Ataman nivîsiye, li benda alîkariya we ne. Babeta lîstika me wiha ye, lîstik ji çavê kûçikekî ve tê neqilkirin ku di 1942’yan de, di laboratuvarên Pavlov de bi awayekî hovane bi birçîtiyê hatiye perwerdekirin da ku di bin tangên Elmanî de were teqandin. Lîstik bi çavê kûçikekî behsa çîroka bi hezaran Kurdên ku di sala 1937’an de ji Ermenistanê ber bi Qazaxistanê ve hatine sirgûnkirin û her wiha behsa Stalîn, Sergeyv, Bavê Nadir, sirgûna xwe, mirin, birçîtî û rastiyên diltezîn ên şer û karesata li eniyê ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dike.”

Sîbêj Performans li ser platforma “Fongogo” kampanya da dest pê kirin û got, “Ji bo ku em lîstika xwe bigihînin we, em çaverêyî piştevaniya we ne. Alîkariya ku hûn ê ji bo lîstika me bikin, dê bi temamî ji bo dabînkirina pêwîstiyên wek dekor, cilûberg, afîş were mezaxtin. Em ji niha ve spasiya we hemûyan dikin.”

Lînka ji bo piştgiriyê li jêr e;
https://fongogo.com/Project/kucike-stalin-stalin-in-kopegi-tiyatro-oyunu-2

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.