Dewleta Swêdê, qanûna endametiyê sûc qebûl dike, li parlamena 349 kursiyê bi 268 dengan erê kir. Bi vî awayî Swêdê di ber endametiya NATO´yê de tawîza xwe ya herî mezin da.
Parlamena Swêdê, ji bo qedexekirina qaşo komên tundraw qanûneke ecêb erê kir. Ev qanûn li ser daxwaza Erdogan hatibû amadekirin ji ber wê jê re “qanûnên Erdogan” jî tê gotin. Qanûna nû wê 1´ê Hezîranê êdî lê be. Berdevkê siyaseta derve yê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling dibêje, “Ev qanûn wê ji bo razîkirina Erdogan li dijî Kurdan bê pêkanîn. Ji ber siyasetên derve yên şaş ên rêveberiya Swêdê, bêhn li siyaseta derve ya Swêdê çikiya. Mixabin Erdogan rê dide ber siyaseta Swêdê.”
Bi qanûna nû re, piştî 1´ê Hezîranê veguheztina malzemeyan, organîzekirina cihê civînan, çêkirina xwarinê jî wê sûc bêne hesibandin. Gerçî wezîrê edaletê yê Swêdê Strömmer îdîa kir ku qanûna nû wê beşdarbûna civînekê yan jî xwepêşandanekê wê sûc neyê hesibandin. Lê qedera qanûnên qaşo li dijî terorê li Swêdê timî bû ew ku ji bo krîmînalîzekirina Kurdan bên bikaranîn.
STOCKHOLM