Kovara ‘Kürt Tarihi’ dîjîtal jî tê firotin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Mijdar 2020 - 23:14

Kovara “Kürt Tarihi” ku bi Tirkî ye û beşek jê bi Kurdî ye, her 3 mehan carekê hejmarekê derdixe. Kovar bi temamî li ser dîroka Kurdan û Kurdistanê nivîsan diweşîne. Kovara ku heta niha tenê li ser kaxezê dihat çapkirin û wiha dihat firotin, niha êdî bi awayekî dîjîtal jî tê firotin.
Kovara ku heta niha 41 hejmarên xwe derxistine û li pirtûkfiroşan dihat firotin, niha nû gav avêt nav meydana dîjîtal. Kovarê hejmarên xwe hemû li vê meydana dîjîtal bar kirine û yên bixwazin dikarin ji ser wir bikirin û bixwînin. Her wiha weşana kovarê ya çapkirî jî didome. Her hejmara nû ku bê çapkirin û belavkirin di heman demê de dê li meydana dîjîtal jî bê barkirin û li wir jî bê firotin. Bi vî awayî ji her derê dinyayê yên bixwazin dê karibin kovarê bikirin û bixwînin.
Kesên dixwazin dikarin di ser e-maila kurttarihi2017@gmail.com re têkiliyê bi kovarê re deynin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.