- Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir da ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bike û bi hewl bide deriyê sînor ê Til Koçerê bide vekirin.
Rêveberiya Xweser bang kir da ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin. Rêveberiyê got, “Deriyê Sînor ê Til Koçerê” ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “deriyê jiyanê ye”. Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê, Hisên Osman got, “Divê korîdorên insanî ji nakokiyên siyasî dûr bin.”
Rêveberiyê têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê û ambargoya li ser herêmê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser got, “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, bi armanca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyeyê û gelê wê, gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên xwe parastin. Lê belê hin alî vê herêmê wekî herêmeke cuda ji Sûriyeyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyeyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike.”
Rêvebeiryê rexne li ambargoyê û weke çek bikaranîna alîkariyên insanî girt û got, “Li kêleka êriş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gelê me hate bikaranîn. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, herêmên rizgarkirî yên girêdayî Rêveberiya Xweser berfirehtir bûn û bi vekirina kampên ku bi deh hezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû aliyan ve rewşa mirovî zehmet e. Nexasim piştî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker. Hebûna 5 milyon mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser û dewama dorgirtina li herêmê, nîşaneyên encamên xirab di aliyê rewşa mirovî de ne.”
Ji Hezîrana 2020´an ve derî girtiye
Rêveberî behsa hewldanên xwe dike ji bo alîkariya navneteweyî û dibêje, “Ji ber ku rewşa mirovî ji rewşên din cuda ye û yek ji berpirsiyariyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ye, me doza alîkariyê kir. Lê belê bersiveke rasteqîn nedan.”
Rêveberiyê bang li civaka navneteweyî kir da ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bike û piştrast kir ku deriyê Til Koçer, rêyeke sereke ya jiyanê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Deriyl Til Koçer (El-Yerûbiyê) ji bo herêmê rêyeke sereke ya jiyanê ye. Biryara girtina wê bi vetoya Rûsya û Çînê di 8`ê Hezîrana 2020`an de çêbû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destketiyên gelê me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi dest xistî.
Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vî deriyî, gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina deriyê Til Koçerê wê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”
Li ser karê insanî bazarê nekin
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Hisên Osman jî îşaret bi minaqeşeyên li ser dergehên mirovî yên Sûriyê kir û got, “Divê korîdorên insanî ji nakokiyên siyasî dûr bin.”
Hisên Osman behsa vetoya Rûsya û Çînê ya li dijî vekirina deriyê Til Koçerê kir û got,”Gelek dewletan ji bo ku ajande û timayên xwe yên li Sûriyê li ser hesabê gelê Sûriyê yê koçber, pêk bînin, dergehên mirovî wek karteke siyasî bi kar anîn. Divê girîngî li ser deriyê sînor ê El-Yerûbiyê be ku ji bo gelên herêmê gelek girîng e û ji 2020`an ve hatiye girtin. Ji ber wê kar û xebatên rêxistinên mirovî gelekî kêm bûne, bi taybetî li gel pandemiya koronayê. Di encamê de pêdiviyên pêwîst mîna derman û derziyên koronayê kêm gihiştin herêmê. Deriyên sînor û yên mirovî dive nebin bazar, hevrik û nakokiyên siyasî yên li Sûriyê rû didin.”
QAMIŞLO