Konsera Koma Amed: Koroya Hezar Kesî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:23

FÎRAZ BARAN

Piştî salan Koma Amed yekem konsera xwe li Parîsê da. Med Muzik konserê kişandiye û li ser rûpela Med Huner a Youtubeê de weşandiye.

Wê rojê dem bû êvar û ez hatim malê. Min yekser konser vekir û dest bi temaşekirinê kir. Piştî pêşkêşiyek baş Koma Amed vexwendin ser dikê.

Min bi kelecan hatina wan temaşe kir. Ewil Serapê strana “Amediyê” got. Em hesreta dengê qedîfe a Serapê mane. Strana duyemîn “Îro Dîsa” bû. Muzîka destpêka stranê pir bandor li min kir.

Paşê stranên bi navê “Teşî”, “Hoy Memo”, “Rinde”, “Agir û Mirov”, “Nexşe Mîrzo”, “Zerde”, “Seyran Mangî”, “Qîza Helebce”, “Êvar e” (!), “Çiyayen me”, “Hay Nik Na” û “Kulîlka Azadî” gotin.

Dema ku strana “Rindê” dest pê kir, ez giriyam. Dengê Evdilmelik hat bîra min. Serhad bi dengê xwe yê xweş ev stran distira. “Were rindê rindê rindê”…

Hem Serhad û hem jî muzîkjenan Evdilmelik pir baş temsîl dikirin. Bi taybetî jî dengê sazê ku piştî beyta yekem hat di hundirê min de bahozek rabû.

Min ji serî heta dawiyê kelî bi kelî konserê temaşe kir. Dema ku qediya min got: “Çima konser bi dawî bû?” Haya endamên Koma Amedê ji vê hestê heye gelo?

Konsera Kolnê

Di 5ê Tîrmeha 2024an de Koma Amed li bajarê Kolnê konserek da. Konser a ku ji aliyê ART Records ve hat organîzekirin salonek li Friesenplatz a navenda bajarê Kolnê hat lidarxistin.

Konser saat 21:00an dest pê kir. Ez saat 17:30an li salonê bû. Nizanim çima lê wê rojê min her tim strana “Êvar e ro derengê” digot.

Dema ku saat bû 21:00 guhdaran hemû kursiyên salonê tijê kirin. 1200 kes.

Guhdar ne tenê ji Kolnê, ji Berlîn, Heidelberg, Frankfurt, Dortmund û gelek bajarên din jî hatibûn. Hezkiriyên komê ji Hollanda û Belçîkayê jî hatibûn. Wek mînak pêşkêşvanên Stêrk Tvyê Xeyredîn Çelîk, Bêrî Amed û Nazê Dûman hatin.

Di konserê de coşekê mezin hebû. Ev coş ji destpêkê hate dawiyê berdewam kir. Hezar û dused kesî stranan bi komê re gotin. Min got: “Koroya Hezar Kesî…”

Bi yek gotinê, konserek bêkêmasî bû. Muzîkjen pir bi kalîte bûn. Hemûyan li NÇMê perwerde dîtibûn. Ew di zarokatiya xwe de çûne NÇMê, di nava şoreşê de mezin bûne û bûne pispor. Îro jî muzîka kurdî temsîl dikin.

Serhad, Serap, Silêman û Memo jî stranên pir xweş gotin.

Li gorî min divê Koma Amed li Swîsre û Londonê jî konserekê bide. Ez wisa difikirim ku ew ê pir were ecibandin û guhdar jî bi hesretek mezin biçin konserê. Spas ji we re Koma Amed û ART Records.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.