Kongreyeke neteweyî li ser Peymana Lozanê

Çarşem 31 Gulan 2023 - 00:25

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Şoreş Xidir diyar kir ku dema wê hatiye di sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd dijî peymanê bibin xwedî yek helwêst û bibin yek. Xidir got, “Ji bo vê em dixwazin di 22 ta 24’ê Tîrmehê de li Lozanê kongreyeke nîştimanî û mezin li dar bixin.”

Tê payîn bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, kongreyeke nîştimanî û mezin li dar bixe. Endamê KNK’ê Şoreş Xidir li ser mijarê da zanîn ku Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên li hemberî neteweya Kurd û pêkhateyên Rojhilata Navîn hemûyan e; ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirin. Şoreş Xidir got, di salvegera sedsaliya peymanê de, êdî wext e ku Kurd dijî vê peymanê bibin xwedî helwêst.

Şoreş Xidir got, KNK projeyeke neteweyî û nîştimanî weke erkek xwe dizane û wiha dom kir; “Bivê armancê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyek netewî ku pêkhateyên her çar pareçeyên Kurdistanê tevlîbibin, lidarbixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat, wê xebat bên meşandin. Em bang li her aliyê siyasî, kesayet, mamostayên zanîngehê dikin da ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”

Di dawiyê de endamê KNK’ê Şoreş Xidir ragihand ku ew ê her astengiyê bişkînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.