Kongreya diduyan a KON-MED'ê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 06:19

DENÎZ BABÎR
KOLN

KON-MED'ê 2'emîn Kongreya Asayî ya sala 2021'ê bi dirûşma "Azadiya Serok, azadiya me ye, dem dema azadiyê ye", "Em xwe bi sazî bikin, azad bibin, Paradîgmaya Azadiyê ava bikin, Rêber Apo azad bikin" pêk anî.

Li gel nûnerên FCK (Federasyona Civakên Kurdistanî li Başûrê Elmanyayê), FED-KURD (Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê), FED-DEM (Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Bakurê Elmanyayê), FED-MED (Federasyona Civakên Azad Nû Mezopotamya li NRW) FCDK-KAWA (Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan E.V), FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk), 300 delege beşdar bûn. Her wiha nûnerên Die Linke, MLPD, Însiyatîfa Mereşê û Kongreya Avakirina Dersimê jî amade bûn.

Tahir Koçer di destpêka kongreyê de axivî û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Tahir Koçer destnîşan kir ku kongre divê bibe bersivek ji van êrişan re.

Di dawiyê de jî hilbijartin hate kirin û Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji bo hevserokatiya KON-MED'ê hatin hilbijartin. Her wiha desteya rêveber a ji 27 kesan jî hate hilbijartin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.