Kongreya 7’emîn a YRA’yê bi dawî bû

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:05

Kongreya 7’emîn a YRA’yê bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû. YRA’yê ragihand ku hewl didin rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne û wiha domand: “Em ê çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bikin.”

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist.Kongreya YRA’yê bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku kongreya xwe ya 7’emîn bi beşdariya 150 deleqeyî, hejmarek mêvan ji sazî û desteyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civakî, li dar xist.

Hate diyarkirin ku di kongreyê de peyamên pîrozbahiyê ji hêla hevserokên YRA’yê yên berê ve bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin. Dûre hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm axivî.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên sazî û desteyên dostane, di serî de peyama Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamevaniya Ereb hatin xwendin. Ev zêdetirî salekê ye ku YRA’yê tev li wê yekitiyê bûye.

Piştî axaftin hatin kirin û peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin, dîwana birêvebirina kongreyê ji 5 endaman hat avakirin.

Dûre rapora giştî ya YRA’yê bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin, naveroka wê hat nîqaşkirin, rexneyên delegeyan hatin kirin.

Paşê reşnivîsa nû ya rêziknameyê ku ji hêla komîteya amadekariya kongreyê ve hatiye amadekirin, bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin û nîqaş li ser naverokê hat kirin. Her wiha ji bo hin guhertinan pêşniyar hatin kirin û hate erêkirin.

Di dawiya kongreyê de Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan weke hevserokên nû yên YRAyê û Meclisa Giştî ya nû ya YRAyê hatin hilbijartin. Meclisa Giştî ji 23 endaman pêk tê û 5 jî yedek in. Ev meclis temsîla Sûriyeyê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike. Her wiha kotaya ji bo jinan di meclisê de hate pejirandin.

Wê Meclisa Giştî ya nû civîna xwe ya yekemîn li dar bixe, ku desteya rêveber hilbijêre.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.