Kongre di demeke nêz de ye

Sêşem 7 Çile 2025 - 03:05

Di 21’ê Kanûna 2024’an de, Komîteya Amadekar a Lidarxistina Kongreya Kurdî, di civîneke çapemeniyê de li Qamişloyê ragihand ku amadekariyên yekkirina nêrînên aliyên kurdî tê kirin. Têkildarî kar û xebatên konferansê, dem û lidarxistina kongreyê û armanca wê berdevka Komîteya Amadekar Hêvî Mistefa axivî. Hêvî Mistefa diyar kir ku ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî komîteya amadekar hate avakirin û got:"Me dixwest beriya 2025’an me kongre li dar xistiba. Lê ji ber gelek sedeman û ji ber ku gelek kesên serbixwe û saziyên sivîl tevlî komîteyê bûn, kongre hate derengxistin." Derbarê dema lidarxistina kongreyê de Hêvî Mistefa got:"Eger pirsgirêk derneketin, kongre wê piştî 15 rojan bê lidarxistin." Hêvî Mistefa destnîşan kir ku aliyên siyasî li benda vexwendnameyên kongreyê ne, nûnerên tevahî partiyan di kongreyê de cih digirin û got:"Me ji Encûman Nîştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê re vexwendname şand ji bo ku nûnerên wan di komîteyê de hebin. Lê heta niha bersiv nedane." Hêvî Mistefa diyar kir ku komîte wê serdana ENKS’ê bikin ji bo ku careke din wan vexwînin kongreyê û wiha bidawî kir:"Em dixwazin helwesta aliyên siyasî yên kurdî yek be, destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyeyê xwedî nêrîneke hevgirtî bin. Çareserî çawa ye, çi bê xwestin, ji Kurdistaniyan çi tê xwestin ji bo piştgiriya şoreşa Rojava bikin, bigihînin nêrîneke hevbeş."

ANHA/EHMED SEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.