Konferansa Yekîtiya Niştîmanî ya Jinan

Şemî 1 Adar 2025 - 03:00

Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê bal bir ser Konferansa Yekîtiya Niştîmanî a Jinan û got:"Girîng e ku yekîtiya Kurd û yekîtiya jinên Kurd bê avakirin û awayekî bi hêz nêrîna xwe ji bo çareserîyê bide pêş."

Bi hilweşîna rejîma Baas'ê û hatina desthilata HTŞ’ê rewşa jinan di Sûriyeyê de ber bi guhertinên mezin ve çû. Li şûna ku maf û azadiyên xwe bi dest bixin, hîn zêdetir mafên wan hatin nixumandin. Tevger û jiyana jinan di nav sînor û qeydên ku desthilata HTŞ'ê diyar kirî de ma. Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê û girîngiya yekîtiya jinan axivî.

Pêşengtiya jinan

Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de qala destpêka şoreşa Sûriye û pêşengtiya jinan di nav de kir û got: ''Ji 2011'an ve ji bo rûxandina rejîma Baas a tenê yek reng û yek deng ku hebûn û biryara jinan di nav de tine bû, jin pêşengtiyê kirin. Lê piştî ku şoreş vegeriya û ket bin xizmetê dewletên derveyî Sûriyeyê û komên çekdar derketin, gelek jinên Sûrî xwe paş ve kişandin. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku di encama şerê 14 salan de ên ku herî zêde têde êş û zehmetî kişandin jin in. Li aliyeke din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke cudatir dihate jiyîn, ji ber ku di gelek aliyan de parastina jinê hate kirin û jinan xwe birêxistin kir. Jinan dikarîbûn di hemû qadên jiyanê de cih bigrin û xwedî îrade û kesayeteke xurt bibin.”

Komên çete jin kirine wek amûrekê

Emîne Osê bal kişand ser pêvajoya rûxandina rejîma Baas'ê û wiha pê de çû: ''Çawa ku gel bi rûxandina rejîma Baas'ê re kêfxweş bû, jin jî kêfxweş bû lê kefxweşiyeke bi tirs bû û di serê xwe de gelek hesab derbas dikir. Ji ber ku di armancê de ên ku hatine şûna rejîma Baas'ê, zihnîyeta wan li hember doza jinê çiqasî ji yê rejîma Baas'ê cûdatir be û eger ne xirabtir be wê çiqasî baştir be. Ev xal hemû di serê jinê de digeriyan. Li aliyekî din komên HTŞ’ê ku hatin xwedî îdeolojiyek Îslamî ya hişk in, wê ji bo jinê heta kîjan astê azadî û mafê wê bigre dest, her wiha wê heta kîjan astê berpirsyartiya xwe li hember jinê û civaka xwe û welatê xwe û malbata xwe pêk bîne. Ev hemû ji bo jinan dibin mijara metirsiyan. Komên çete jin kirine weke amûrek ku bi rêya wê pere bi dest bixin.''

Konfransa Jin a Niştîmanî 

Emîne Osê bi berfirehî xebata Konfransa Jin a Niştîmanî nirxand û wiha got: “Di vê konfransê de wê nûnerê jinan ji hemû sazî û rêxistinan, însiyatîfên ku pêş ketine wê tevlî bibin. Hejmara jinên ku tevlî bibin wê nêzî 400 jin be. Îro rastiya herêma me û rastîya gelê Kurd çûyîna ber bi yekîtiyê ve ji her tiştî girîngtir dibîne. Di dema ku di Sûriyeyê de ji nû ve hevsengiyek tê avakirin di wir de nûnerên gelê Kurd wê çawa nûnertiya gelê Kurd bi nêrîneke hevbeş bikin? Em vê mijarê pir girîng dibînin. Wê carek din berî lidarxistina Konferansê serdana hemû sazî û rêxistinan jinan bên kirin û nêrînên wan di milê sîyasî û aliyên dîtir de bên girtin. Gel û jinên Kurd bi yekîtiya xwe wê bibin hêz û tifaqa bi jinên ji pêkhateyên din re zêdetir xurt bike. Yekîtiya Kurdan wê Sûriyeyê xurt bike.”

ANF/ ROJ DENÎZ/QAMIŞLO  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.