Konferansa Aştî û Demokrasiyê

În 30 Tebax 2024 - 00:33

Bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewrûpayê bûne di 2'ê Hezîranê de komxebata 'Aştî, Diyalog û Demokrasî' hatibû lidarxistin û di çarçoveya biryarên komxebatê de wê li Berlînê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' bê lidarxistin. Akademîsyen Dr. Hakan Altûn li ser konferansê axivî û bal kişand ser komxebata amadekar a konferansê û got:"Yek ji atolyeyên komxebatê li ser tecrîda bêhiqûqî ya li ser Abdullah Ocalan bû. Beşdarên atolyeyê mijar bi berfirehî nirxandin. Beriya her tiştî gelekî girîng e ku hevsengiya dijber a navbera tecrîd û demokrasiyê bê fêhmkirin. Dîlgirtina bêhiqûqî û polîtîkayên îzolasyonê ku veguherîne operasyoneke dîlgirtin û îmhayê, bûne pîvanek û li her devera cîhanê hewldanên demokrasiyê dixitimîne... Beriya her tiştî divê ev yek bê fêhmkirin, ev yek pirsgirêkeke hiqûq û demokrasiyê ye. Ji bo ev pirsgirêk bê nîşandan divê rê û rêbazên nû bêne peydakirin, ku ev yek wê tevkariyê li têkoşîna demokrasî û aştiyê bike." Di dawiya axaftina xwe de Dr. Hakan Altûn pêşniyar kir ku kesên ne li Berlînê ne bi rêya malperên wan ên întenernetê li konferansa 'Em paşerojê bi hev re ava dikin' temaşe bikin:

https://www.youtube.com/@EffpPeaceForum 
www.forumforpeace.eu

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.