Konferans pêkanîna banga Ocalan e

Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:30

Heyetên DEM Partiyê yên piştî banga Rêber Apo ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ hatin avakirin, hevdîtinên xwe yên li hundir û derveyî welêt didomînin. Heyetê herî dawiyê li Başûrê Kurdistanê hin hevdîtin pêk anîn û piştre jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Heyet di 26’ê Nîsanê de beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdan a Rojavayê Kurdistanê a li bajarê Qamişloyê bû. Yek ji endamê heyetê Parlamemterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivandin. Serhat Eren debarê çavdêriyên xwe yên têkîldarî Rêveberiya Xweser wiha axivî:’’Li vir modeleke girîng a ku hemû gelên li gel Kurdan dijîn bi ziman, çand, dîrok, nasnameya xwe diparêzin û di pêvajoyên biryardayînê de jî rasterast tevlî dibin heye. Tekane alternatîfbûna vê modelê ya ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nîşan dide ku paradîgmaya Birêz Ocalan ya herî baş û herî rast e. Ev model ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin e. Tevî ku pergaleke ji aliyê hiqûqî ve nehatiye naskirin û ev 15 sal in tê sepandin jî ger xwe rasterast nespartiba gel, di van şert û mercên şerî de nedikarî li ser piyan bimîne. Ev yek bi saya gel pêk hatiye.

Eren derbarê konferansê de jî wiha got:’’A rastî bi vê konferansê Kurdan dest bi nivîsandina dîroka xwe kir. Ji ber wê yekê gelekî bi qîmet û girîng e. Bi lihevkombûn, axaftin û nîqaşkirinê dest bi diyarkirina pêşeroja xwe kirin. Ev di dîroka gelê Kurd de xaleke gelekî krîtîk û girîng e. Ev konferans belkî jî wê dawiya  bêşensiya gelê Kurd a di dîrokê de bîne;  nîşan da ku bi hev re tev digere û helwesteke hevpar nîşan dide û rê jî li ber kongreya neteweyî ya ku wê Kurdên li çar perçeyan bîne ba hev, vekir. Gelekî girîng e ku Kurd li Sûriyeyê civiyan û nîşan dan ku li Rojhilata Navîn û li seransertê cîhanê daxwaza pêşerojeke çawa dikin. Divê ev konferans kûrtir bibe û li çar perçeyan veguhere yekîtiya neteweyî.

Konferansê nûnertiya bangê kir

Serhat Eren derbarê banga Rêber APO û ragihandina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve jî ev nirxandin kirin:’’Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Anîbû ziman ku divê mesele li ser zemîneke siyasî û hiqûqî were nîqaşkirin. Qala pêvajoyeke gelekî berfireh ku hemû azadiyan û hemû gelan eleqedar dike, dikir. Bi gotina zemîna hiqûqî jî qala parastina hemû mafan dikir. Anîbû ziman ku divê girêdayî zemîneke hiqûqî ev maf bi metneke hiqûqî werin parastin. Dema em li naveroka konferansê dinêrin jî em dibînin ku weke banga Birêz Ocalan e. Ev konferans encama hemû hevdîtinên piştî bangê ne. Ji ber wê yekê jî ev rêya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî vekirin, di nava demeke kurt de xwe li Rojava nîşan da. Vê konferansê nûnertiya bangê dikir. Kurdên li Rojava, Rojava careke din pîroz dikim. Berdêlên gelekî giran da. Kurdan ne tenê ji bo gelê Kurd yê li Rojava bi navê tevahiya cîhanê li dijî mejiyê tarî, li hemberî sîstemeke ku hewl dida Rojhilata Navîn, Sûriyeyê veguherîne dojehê bi navê gelên cîhanê têkoşiyan û îro bi ser ketin. Di serî de Birêz Ocalan ez spasiya her kesî dikim ên ku tevkarî li lidarxistina konferansê kirin. Ji ber ku em şahidiyê ji kêliyeke dîrokî re dikin, vê yekê li gelê me pîroz dikim. Hêviya me ya ji bo paşerojê xurt e.

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.