Bi diruşma “Pirrengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye...bi hev re em huner bikin bihareke di dilê xwe de”, Komxebata Sêyemîn a Rojava ya Hunerê Şêwekariyê li bajarê Tebqayê li perevaê çemê Firatê dest pê kir.
Gelek şêwekar, wênesaz, endamên deste û komîteyên çandê û endamên saziyên sivîl beşdarî komxebatê bûn. Cihgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê Ebdulezîz El-Esker axivî û got, “Ev komxebat peyama hezkirin û aştiyê ji cîhanê re ye, her wiha ji bo danasîna rêûresma şaristanî û pirrengiya çandî ya li herêmê ye.” Piştre beşdaran li hola pêşangehê geriyan.
Qonaxa yekemîn a komxebatê dê heta 11’ê Gulanê dewam bike. Di vê qonaxê de şêwekar wê tabloyên xwe amade bikin. Piştre di 18’ê Gulanê de dê komxebat wê biguhêze Qamişloyê û qonaxa duyemîn bi rêya pêşangeha 4’an wê temam bibe.
Pêşangeh dê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo were vekirin.
ANHA/TEBQA