Ev fotograf, “The Bird Of The Forest” (Çûkê daristanê) ê wênegirê Çekyayî Csaba Daróczi di pêşbirka “Wênegirê salê yê fotografên ji nêz ve hatine girtin” (CUPOTY) de bûye yekem. Wî bi vî fotografê xwe yê reş û spî ku firîna çûkekê nîşan dide, kompozisyoneke bêhempa afirnadiye.
Csaba Daróczi ev fotograf ji qurmê daran ber bi asîmanan ve girtiye û çûka ku difire ketiye ber kadraja wî. Ewi ji bo vî wêneyî dibêje, “Di sala 2023’yan de min gelek wêne girtin li daristana nêzîkî mala xwe. Hema bêje ez her roj derdiketim gerê û ji bo ku teknîka xwe ya di vî warî de têkûztir bikim, min gelek wêne girtin. Gava ez çav bi qurmê vê darê ketim, hema yekser bala min bire ser xwe. Min kameraya xwe ya GoPro 11 da destê xwe û çend wêne girtin. Gava min encaman dît ez jî kêfxweş bûm.”
NAVENDA NÛÇEYAN