Komkujiya Şaredariya Qamişloyê

Sêşem 11 Adar 2025 - 14:50

  • Beriya 11 salan çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra komkujiyek di avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê de pêk anîbû. Di encamê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şopa DAIŞ û El Nusrayê êrişên xwe li ser binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û bê navber li Bendava Tişrînê didin.

Beriya 11 salan komkujiya Şaredariya Qamişloyê çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El Nusrayê pêk anîbû.

11’ê Adara 2014’an dema endam û rêveberên Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê civîna xwe ya asayî li dar dixist, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku teqemenî li xwe pêçandibûn, êrişî avahiya şaredariyê kir. Her du çete derbasî odeyên avahiya şaredariyê bûn, karmend gulebaran kirin, bombe avêtin odeyan, paşê jî teqemeniyên li xwe pêçandibûn teqandin.

Li gorî şahidên komkujiyê ku berê ji ajansa ANHA'yê re axivîbûn, xebatkarên şaredariyê li ber xwe dan, xebatkarekî ji bo li ber çeteyekî bigire, xwe bi ser wî de avêt, lê çete yekser teqemeniya li xwe pêçandibû, teqand û xebatkarê şaredariyê şehîd xist.

11 kes şehîd ketin

Di komkujiyê de xebatkar û avakarê şaredariyê Îbrehîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebce Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn. Gelek endamên din jî birîndar bûn. ANHA/QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.