Hêzên rejîma Îranê pêr li ser xeta sînorê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê li herêma Hengejal a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberek hat kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.
Di heman nûçeyê de navê kolberan jî hate eşkerekirin. Navê kolberê hatî kuştin Ûmîd Xizrî (47) ye, ew ji Mehabadê ye. Kolberê birîndarbûyî jî Ferhad Îsmaîl (18) e, ew jî ji Pîranşar e.
NAVENDA NÛÇEYAN