Komkujer nehatin dadgehkirin 

Çarşem 19 Tîrmeh 2023 - 01:08

EMRULLAH ACAR/MA / RIHA 

 

Di ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Hiqûqnasan diyar kir ku hê jî bersûcek nehatiye dadgehkirin û divê polîtîkaya bermaberî DAIŞ'ê ya dewleta Tirk bê dadgehkirin. 

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî ciwanên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 kesan canê xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn. Lê belê doza der barê êrişê de bêyî ku kiryarên rasteqîn bên dîtin, di danişîna dawî ya di 22'yê Cotmeha 2021'ê de 34 caran cezayê muebeda giran li Yakûp Şahîn hat birrîn (ku ji ber Komujiya Gara Enqereyê girtiye) û dosye hat girtin. 

Lê belê dadgehkirina bersûcên fîrar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome. Danişîna 5'an a ji bo bersûcên fîrar jî dê di 5'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bi rê ve biçe. 

 

Divê siyaseta Tirkiyeyê bê dadgehkirin

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel got, divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin: "Di danişîna dawî de DAIŞiyekî ku wekî şahid lê hat guhdarîkirin, got, di bin kontorlkirina leşkeran de bi rihetî sînor derbas dikirin. Belkî di warê lojîstîkê de jî piştgiriya wan hatibe kirin. Piştî Pirsûsê gelek teqîn jî çêbûn. Lewma divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê ya di vî warî de bê nîqaşkirin. Em hêvî dikin ku dê rojekê li Tirkiyeyê êrişên wiha tarî bên zelalkirin. Ev niha ne pêkan e, lê helbet wê rojekê pêkan be. 8 sal derbas bûn, lê 18 sal jî derbas bibin em wekî baro em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”

 

Bersûc nînin

Hevseroka OHD'a Rihayê, Meral Halat jî got, "Dadgehkirin di ser 2 kesên fîrar û kesekî ji ber dozeke din girtî, tê kirin. Lê belê em dizanin ku kiryar ne sê kes tenê ne. Me ti kes li ser kursiya bersûc nedît. Dadgeh, dozger û parêzer hene, lê dadgehkirineke rasteqîn tine ye."  

Hevserokê ÎHD'a Rihayê yê berê Mûstafa Vefa jî got, "Daxwazên malbatan mirovî û wijdanî ne. Bila her kes vê dosyeyê bişopîne û heta edalet pêk bê, li cem malbatan be.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.