Komîsyona Ewrûpayê çeteyan fînanse dike

Nûçeyên Cîhan

Duşem 29 Tebax 2022 - 22:24

  • Wezîra Fransayê ya ji Ewrûpayê berpirsyar, Laurence Boone got, Komîsyona Ewrûpayê komeleyeke nêzî Birayên Misilman fînanse dike û nerazîbûn nîşan da.

Wezîra Fransayê ya ji Ewrûpayê berpirsyar, Laurence Boone got, Komîsyona Ewrûpayê komeleyeke nêzî Birayên Misilman fînanse dike û nerazîbûn nîşan da.

Laurence Bonne ji 2 kanalên televîzyonê yên Fransayê re axivî û got, “Her tişt zelal e. Ev komele, ne li gorî nirxên me yên sekuleriyê ye. Piştgiriyê nade hedefên me yên berfirehbûn û azadbûnê. Ew li dijî vê ye.”

Di Mijdara 2021’ê de delegeya wezîrtiya ji hemwelatiyê berpirsyar a Fransayê Marlene Schiappa jî gotibû, ew ji ber têkiliya di navbera Komîsera Wekheviyê ya Komîsyona Ewrûpayê Helena Dallî û Konfederasyona Komeleyên Misilmanên Ciwan ên Ewrûpayê (Femyso) gelekî şaş maye.

Laurence Boone bi bîr xist Wezîra Ewrûpayê ya beriya wê, Clement Beaune tevî Schiappa ev rewş ji Komîsyona Ewrûpayê re nivîsandiye: “Wisa xuya dike ku ev ne bes bû. Tevî Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanin, em dîsa dinivîsin. Ji bo ku zextan li komîsyonê bikin, min têkilî bi hemû hempîşeyên xwe yên li Ewrûpayê daniye.”

Femyso sala 1999’an hatiye avakirin, gelek lêkoler wê wekî şaxekî Birayên Misilman dibînin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.