- Piştî rizgarkirina taxên Teyî û Hilko ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî, Meclîsa Gel a Qamişloyê li ser daxwaza şêniyan 4 komîn li taxa Teyî û komînek jî li taxa Hilko ava kirin.
Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundir çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî û ji kolaneke taxa Hilko derxistin, Meclisa Gel a Qamişloyê dest bi xebatên xizmetguzariyê kir û pêwîstiyên şêniyên taxê dabîn kirin.
Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Gel a Qamişloyê Hesna Remo diyar kir ku ji bo birêxistinkirina kar û barên şêniyên taxa Teyî, piştî derxistina çeteyan, û li ser daxwaza şêniyên taxê li taxa Teyî 4 komîn û li taxa Hilko jî komînek ava kirin.
Navên şehîdan li komînan kirin
Komînên taxê bi navên Şehîd Qehtan, Şehîd Doxan, Şehîd Ekrem û Şehîd Şervan in. Navên şehîdên di şerên li taxê de li komînan hat kirin. Komîna taxa Hilko jî bi navê Şehîd Lorens e. Şehîd Lorens lawê şehîd Hayis El-Ceryan e ku ji aliyê çeteyan ve li taxê hatibû şehîdkirin.
Hesna da xuyakirin ku niha 4 hezar û 350 malbat li taxa Teyî dimînin û her komînek ji hezar ta hezar û 200 malan pêk tê.
Hevseroka Meclisa Gel Hesna Remo diyar kir ku cih ji 2 komînan re hatine amadekirin.
20`ê Nîsanê çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li taxa Teyî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundir kiribû û şer qewimîbû. Şerê li taxê berfireh bû û gihişt taxa Hilko. Di 25`ê Nîsanê de Hêzên Ewlekariya Hundir çete ji taxa Teyî derxistin.
ANHA/QAMIŞLO