Komele ji bo rojnamevanên Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 12 Kanûn 2022 - 02:18

Rojnamevanên Kurdistanî yên li Swîsreyê, avakirina “Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî” ragihandin.

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê, rojnamevan hatin ba hev û têkildarî avakirina komeleyê û destûra komeleyê nîqaş kirin. Piştî nîqaşan, komeleyê destûra xwe bi dawî kir. Sekreterê Partiya Basta ya Basel Franzka Stier, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û endamê Meclîsa Neteweyî ya Behtnahrînê, Sleymûn Elber Rhawî tevlî kongreyê bûn.

Rojnamevanan di civînê de avakirina Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî ragihand. Ruştu Demîrkaya, Hulya Emeç, Safûre Bazrafshan û Kamûran Raman hilbijartî kongre weke dîwanê bi rê ve birin. 

Ruştu Demîrkaya li ser navê dîwanê got, çapemeniya azad ev bi salan berdêlên giran dide: “Em weke rojnamevanên ji her 4 parçeyên Kurdistanê, neçar man ku welatê xwe biterikînin. Ev nêzî salekê ye ku em ji avakirina vê komelyê xebatan dimeşînin. Îro em ê bi kongreyê pêngaveke giring biavêjin.”

 

Destûr xal bi xal hat erêkirin

Di kongreyê de xalên destûrê yek bi yek hatin xwendin û minaqeşekirin. Piştre destûr hat erêkirin. 

Parlamenterên Parlamentoya Federal a Partiya Sosyalîst (SP) Mûstafa Atici, Laurence Fehlmann Rielle û Fabian Molina, nûnera Buroya Cenevre ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Emily Baud, li ser navê saziya alîkarîdayînê Augenauf Lilo peyamên pîrozbahiyê şandin.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk – Ewrûpa (YRD-Ewrûpa) jî peyamek şand û got,“Rojnamevanên Kurd, di nava kesên wêrek ên cîhanê de ne. Bi belavkirina rojnameyan, nûçegihaniya di şer de, li dijî her cûre neheqiyê, rabûn û pênûsa xwe li erdê nehiştinê, zanîne ku bimeşin. Serketin wê ya heqîqetê be.”

Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de rêveberiya komeleyê ya 7 kesî hat diyarkirin. Ruştu Demîrkaya, Hulya Emeç, Safûra Bazrafshan, Kawa Karîmî, Meltem Oktay, Rojda Ogûz û Fazel Walîa bûn endamên rêveberiya komeleyê.

ANF/ZURICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.