• Şanoger Mehmûdê Bûbê piştî skeçên bi navê Amûdkî, stand-upa Ezzo Show çêkir. 

VEYSÎ IŞIK
WUPPERTAL

Piştî skeçên bi navê Amûdkî, şanoger Mehmûdê Bûbê bi stand-upê Ezzo Show çêkir. Ew ji bo Ezzo Showa xwe dibêje, "Me carinan rexne li saziyan, carinanan li partiyan û siyasetên wan, carinan li nivîskar û rewşenbîran girtin. Me hewl da hinekî hestiyariya civakî ava bikin."  

Mehmûdê Bûbê sala 1968´an li Amûdê hatiye dinê. Dostên wî, xelkê wî nas dikin jê re dibêjin Ezzo. Mehmûdê Bûbê heta sala 1994´an diçe Mêrdînê û heman salê jî diçe cem apê xwe yê li Elmanyayê û dibe penaber. 

Ew hê zarok li Amûdê pirr henekan û rol dike. Piştre jî di koma muzîkê, Koma Agirî de tevî Peywan Arjîn, damezrênerê şehîd Yûsiv Hecî Qasim (Brûsk) re cihê xwe digire. Li Newroz û 1´ê Gulanê wan carinan skeç jî pêşkêş kirine. Ew wiha behsa bibîranîneke xwe dike: "Rojekê min henekek li şehîd Brûsk kir. Pirr qeherî. Heta sîleh li min kişand. Piştre sîleha xwe daxist û got, divê tu tenê şanoyê bikî, tenê şanoyê! Ax Yilmaz Guney ax! Tu di nava Kurdan de bî… çi cewher di nava Kurdan de hene, tu wê çi şanogeran derxî." 

Li Elmanyayê ew di koma şanoyê ya Ehmedê Xanî de cihêx we digire û di bernameyên skeç û henekan ên û rêzefilmên di Med TV de weşandî, 'Karê Bêkara' û 'Qolincê’ de cihê xwe digire. 

Rexneyê Ezzo li siyaset û civakê

Piştê ku koma şanoyê belav bû, ew bi tena serê xwe şanoyê dike. Zehmet jî be, di dawiyê de sponsorekî ji Rojava peyda dike û skeçan çêdike: "Min skeçên bi navê Amûdkî amade kirin. Ji çend rêzan pêk dihat. Skeçên rexneyî bûn. Hişk bûn, lê dikenandin. “

Projeya wî ya bi Ezzo Show ji 8 beşan pêk tê. Ev jî bi terza stand-upê ye: "Min ji dostê xwe yê ji zaroktiyê ve Helîm  Yûsivê ezîz rica kir ji min re metnên komediyê binivîse. Ez malavahiya wî dikim. Ji bo rejîsoriyê jî Suhel Heciyê ezîz hat bi hewara me ve. Arta-fm´ê jî sponsorê teklîf kir. Me peymaneke ji bo 8 beşan mohr kir. Xelkê Ezzo Show pirr eciband. Me carinan rexne li saziyan, carinana li partiyan û siyasetên wan, carinan li nivîskar û rewşenbîran girtin. Me hewl da hinekî hestiyariya civakî ava bikin."

Gelo Ezzo Show wê dewam bike yan na, ew hîna nizane. Lê heger daxwaz hebe, deriyê wî ji vê îhtîmalê re vekiriye.