Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin 561 hefte ne dewam dike. Jinên ku ji Parîsê hatin nobeta vê hefteyê dewir girtin. Çalakvanên tevgera jinê yên li Parîsê Xezal Mamedova, Gulbahar Suleymanoglû û Nûrcan Sumbul çalakiya vê hefteyê wergirtin. Çalakvanan di daxuyaniyê de Newroza Rêber Abdullah Ocalan, ya Tevgera Azadiyê û gerîlayên têkoşer pîroz kirin û diyar kirin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin û gotin ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo.”

ANF/STRASBOURG