Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya 574’an de dewam dike. Koma vê hefteyê nobetê digire ji bajarê Fransayê Creilê ye.
“Nobeta Azadiyê” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însîyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve li Strasbourgê Fransayê hatibû destpêkirin. Her hefte komek Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê nobetê dewr digire. Vê hefteyê yanî hefteya 574’an, koma ji bajarê Creilê, nobet dewr girt. Mahmût Çelebî, Şafî Çelebî û Ganî Işik di nava komê de ne.
Li ser navê nobetdaran, Mahmût Çelebî got: “Ev demek dirêj e ku em ji Rêberê xwe agahiyê wernagirin. Em vê helwêsta li dijî mirovahiyê ya dewleta Tirk, saziyên neteweyî û bi taybetî CPT´ê ya ku li hemberî vê helwêstê rêgez û hiqûqa xwe binpê dike, şermezar dikin. Cihê xemginiyê ye ku ev dewlet nikarin fikarên gelê Kurd bi dawî bikin. Divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bên rawestandin. Ji bo me rêya yekane, têkoşîn û yekîtî ye. Ez bang li gelê Kurd dikim ji bo têkoşînê.” n
ANF/STRASBOURG