Koledareke din tê dadgehkirin
Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:18
- Li Elmanyayê DAIŞ´iyeke din ji ber qirkirina li dijî Êzîdiyan, sûcên li dijî mirovahiyê tê dadgehkirin. Di rûniştina dozê ya li Hamburgê de jineke Êzîdî ya ku vê jinê ew li mala xwe kiribû kole jî, weke mudaxil îfade da.
Li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê, DAIŞ’iyeke ji bajarê Bremenê yê Elmanyayê tê dadgehkirin. Dozgerî vê DAIŞ’iya navê wê nayê eşkerekirin, bi endametiya rêxistineke terorîst a li derveyî Elmanyayê û bi alîkariya qirkirinê, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê gunehbar dike. Di rûniştina dozê ya pêr de jineke Êzîdî ya ku niha li gorî bernameya parastina şahidan, weke midaxil îfade da dadgehê. Wê got, DAIŞ’iya tê dadgehkirin, weke kole ew li cem xwe girtiye û zilmeke mezin lê kiriye. Ji ber ku di bernameya parastina şahidan de ye, ne wêneyên wê hatin weşandin û ne jî navê wê hat eşkerekirin.
Jina DAIŞ’î ya ji Bremenê berê xwe da Sûrî, dayika du zarokan e jî. Ew li pey hev bi sê çekdarên çeteya DAIŞ’ê re zewiciye. Mêrê wê yê dawî Elman bûye. Ew jî welatiya Elman e û bi eslê xwe ji Efxanistanê ye. Wê û mêrê wê yê dawî bi hev re gelek zilm li jina Êzîdî ya îro 31 salî kirine, ew weke kole girtine, şidet lê kirine û destavêtinê.
Şahida Êzîdî ya midaxil li hola dadgehê got, di navbera tebaxa 2013 û Kanûna 2015’an de 15 çekdarên çeteya DAIŞ’ê ew firotine û 14’an ji wan jî dest avêtiye wê. Wê got, tohmetbarê jî gelek caran li wê xistiye û miameleya koleyan pê re kiriye.
Zilmeke nedîtî kirin
Ji îfadeyên şahidê, em tê derdixin ku ew ji gundê Koço bûye. Gava ku hat revandin ew 23 salî bû. Wê birayekî xwe yê piçûk aniye cem xwe û îdîa kiriye ku zewicandî ye. Piştre ew firotine, birine Sûrî. Ew di kamyonên veguheztina pez ên sergirtî de ji Mûsilê birine Reqayê. Ew di dema vê zilmê de her hatiye firotin. Heta carekê di nava hefteyekê de 4 çeteyên ji Lîbyayê dest avêtine wê. Piştre jî ew firotine DAIŞ’yekî Elman û jina wî. Qederê salekê li cem wan hatiye girtin, karê mala wan kiriye û li zarokan miqate bûye. Wî DAIŞ’iyî jî lê xistiye û dest avêtiye wê. Ha vî DAIŞ’iyê Elman ew firotiye birayê xwe û jina wî. Hevjîna wî jî ev DAIŞ’î ye, ya ku niha li Hamburgê tê dadgehkirin.
Xwe mexdûr nîşan da
DAIŞ’iyê li dadgehê hewl da xwe weke mexdûr nîşan bide û girtina xwe li kampên rêveberiya xweser a ku heta beriya serê salê lê 4 salan hatibû girtin, weke ceza nîşan bide. Wê îdîa kir ku mêrê wê yê çete dest neavêtiye jina Êzîdî.
Tohmetbar ber bi dawiya sala 2017’an ve ji aliyê QSD’ê ve tê girtin û li kampekê tevî zaroka xwe tê ragirtin. Hezîrana 2018’an jî zarokeke din jê re çê dibe. Ji dema ku dawiya sala 2021’ê ve hikûmeta Elman ew bire Elmanyayê ve jî di hepsê de ye ji bo lêpirsînê.
Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê
Hikûmeta Elman herî dawî di Adara 2022’yan de 10 jin û 27 zarok ji kampên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerandibûn Elmanyayê. Di nava wan de jî jineke ji eyaleta Rhein-Land-Pfalzê hebû. Li dijî wê jî ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê doz hatiye vekirin. Li mala wê jî jineke Êzîdî hatibû kolekirin û mêrê wê yê çete gelek caran dest avêtibû wê jina Êzîdî. Ev jina DAIŞ’ê jî razî bûye ji kirinên mêrê xwe yê çete.
HAMBURG