Pêr êvarî hêzên rejîma Îranê kasibkar Sedî Rostemî yê Xelkê Hewreman gulebaran kirin. Di encama êrişê de Sedî Rostemî jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê xelkê herêmê nerazîbûna xwe nîşan da û ber bi baregeha leşkerî ve meşiyan. Hêzên rejîmê êriş kirin û di encamê de gelek kes birîndar bûn. NAVENDA NÛÇEYAN