Kolberekî din kuştin

În 6 Mijdar 2020 - 22:02

Hêzên rejîma Îranê li Çaldiranê kolberek kuşt. Herwiha li 2 herêmên din yên cûda jî 2 kolber birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pêr êvarî hêzên rejîma Îranê li Herêma Çaldiran ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, êrişî komek kolber kirine. Li gorî agahiyan di encamê de kolberê bi navê Hesen Delayî Mîlan (38) ê xelkê gundê Qaşqablax ketiye destê hêzên rejîmê. Çavkaniyê ragihand ku kolber Hesen Delayî ji aliyê çekdarên rejîmê ve bi hovane hatiye qetil kirin. Heman çavkaniyê ragihand ku cihê 5 guleyan li ser bedena Hesen diyar bû. Malbatê ji rayedaran cenazeyê Hesen xwestin, lê heya niha nehatiye radest kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.