• Dewleta Tirk kolberek kuşt û 2 jî birîndar bûn.

Li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de kolberek di êrişa hêzên Tirkiyeyê de hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê li herêma Sarî Çîmen ya dikeve sînorê navbera Çaldiran ya parêzgeha Urmiye û sînorê Bakurê Kurdistanê de, leşkerên Tirk êrişî komek kolber kirine.
Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kolberên bi navê Şehram Mihemedî Elemhulî (24) yê xelkê gundê Îsa Kendî hat kuştin. Herwiha kolberê bi navê Cehfer Rehber yê xelkê Mako û kolberek din jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN