Kolberek hat kuştin 4 birîndar bûn

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê ji nêz ve gule li komek kolber reşandin.

Li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê ji nêz ve gule li komek kolber reşandin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku doh êvarê komek kolber ku li sînorê Bane kolberî dikirin, ketine kemîna hêzên Îranê û van hêzan gule li wan reşandine. Di encama vê gulebarana hêzên Îranê de kolberê bi navê Şêrko Çavşînî (38) ku bavê zarokekê ye, jiyana xwe ji dest da û herî kêm 4 kolberên din jî birîndar bûn. Çar kolberên birîndar ên navên wan diyar bû ev in:

Bêhzad Emînî ê ji Seqizê, Mihemed (paşnavê wî nehat zanîn) ê ji Seqizê, û Dana Şeibanî û Rizgar (paşnav nehat zanîn) ên ji Bane.

Kolberên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.

Hat zanîn ku bi kolberan re ti tiştek tine bûye û dîsa jî hêzên Îranê gule li kolberan reşandine.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.