Li herêma Bane di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberek birîndar bibû, piştî rojekê cenazeyê wî kolberî hate dîtin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 10’ê Tîrmehê de li xala sînor ya li Bane a ser bi Sine, hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Hamîd Emîn Pûr ê xelkê Seqiz û bavê 6 zarokan, bi giranî birîndar bû. Li gorî Kolbernewsê, piştî ku hat zanîn Hamîd birîndar bûye, malbat ji bo dîtina wî ket nava liv û tevgerê. Lê piştî rojekê cenazeyê Hamîd hate dîtin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ