Dewletên li ser erda Kurdistanê dagirker û mêhtinger in, siyasetên xwe yên înkarker û qirker bê navber dimeşînin. Di vê çarçoveyê de Kurdê herî baş Kurdê miriye. Rejîma Îran û dewleta Tirk kesên di nava beşên Kurdistanê de bazirganiyê dikin dikujin. Li gorî Kolbernewsê 22ʼê Nîsana 2021ʼê rejîma Îranê kolberekî bi navê Fûad Rapeykar ê xelkî gundê Berdereşê yê Merîwanê, piştî ku kir binçavan êşkenceyeke giran lê kir.
Li aliyê din, 17’ê Nîsana 2021’ê li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Keçelano (35) û Behram Semedî, li taxa Şecsicih a navçeya Wanê Çaldiranê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn girtin û êşkece li wan hatibû kirin. Kolber Hesen Keçelano, bavê 3 zarokan ji ber êşkenceya ku lê hatî kirin can da. Pêr bi şev cenazeyê wî li Ûrmiyê hat veşartin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ