Rojev

Kolanên Ewrûpa bi Newrozê ronî bû

Şemî 22 Adar 2025 - 03:35

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li gelek navendan bi meşaleyan meşa Newroz pêk anîn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.

INNSBRUCK

Li Qada Marktplatz a li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê agirê Newroz hate pêxistin. Şahiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatî lidarxistin, bi merasîma rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Piştî ku danezanên bi Kurdî û Elmanî hatin xwendin, govend hate gerandin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Newroz" berz kirin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Kurdistanî bi hilgirtina flamayên kesk, sor û zer, flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê li Qada Pontor li hev civiyan. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn û girse bi meşaleyan heya Qada Elisenbrunnenê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiya. Girseyê li vir agirê Newrozê pêxist û li gel dahol û zirneyê govend gerand.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê jî şahiya Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî meşa ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Soreşger hatî lidarxistin, bûn. Kurdistaniyên ku li kompleksa çandê ya li Rote Florayê ya li navçeya Sternschanzeyê li hev civiyan, li vir govend gerandin.

Piştî gerandina govendê girse ber bi Girtîgeha Damtorê ve ya ku girtiyên siyasî Kenan Ayaz, Kadîr Saka û Nîhat Asût lê tên girtin, meşiya.

DARMSTADT

Kurd û dostên xwe li bajarê Darmstadt ji bo pîrozkirina Newrozê sibehî zû li Qada Friedensplatzê li hev civiyan û li vir kon vedan. Di konên hatine vedan de stranên bi Kurdî hatin vekirin û çanda Kurdî hate nasandin. Ber bi êvarê ve jî meşa meşaleyî li Qada Friedensplatzê dest pê kir. Weke her sal îsal jî Kurdistanî û dostên xwe li mezintirîn cadeya bajêr bi cil û bergên xwe yên gelêrî meşiyan û li Qada Friedensplatzê agirê Newrozê pêxistin.

ÎNGÎLÎSTAN

Li Îngilistanê gelê Kurd û dostên wan li gelek bajaran derketin qadan û bi şîara ‘ji Rêber Apo re azadî’ Newroz pîroz kirin.

Li bajarên Liverpool, Sheffield, Birmingham ên Îngilistanê û paytexta Skoçya Edinburgh’ê bi sedan kes bi wesîleya Newrozê daketin qadan û dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê şeva 20'ê Adarê agirê Newrozê hate dadan. Kurd û dostên wan li Qada Leidsepleinê li hev kom bûn û bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman Newroz pîroz kirin. Agirê Newrozê êvarê hate dadan û bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin. Hunermned Roleda, Talip Resool, Roder û Bagerê Zînê jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn. Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Rojev

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.