Kokên wê îlhama hunerê wê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Mijdar 2020 - 22:56

  • Hunermenda tevnên pîrê: Ez heyrana qabîliyeta wan a tewtewbûnê me. Lê her wiha ya di mekan de gihana hev a wan ta û benên materyalên cihê, çêkirina wan a girêkan ez heyranî xwe kirime.

Liliana Crespi hunermendeke Îtalî ye ku nexasim jî bi înstalasyonên xwe hunerê xwe îcra dike. Nexasim jî înstalasyonên wê yên bi tevnên ji tekstîlê balê dibin ser xwe. Ew ji bo hunerê xwe dibêje, "Ez li hawîrdorekê mezin bûm ku ji jinê hêvî dihatkirin ku hîn bibe bihûne, tevnan çêke, birêse da ku kar û barên xwe yên navmalê çêke. Piştî ku ez bûm hosteyên van teknîkan, min fêm kir ku kokên min îlhama hunerê min in jî."

Tevna Pîrê, timî jinan, nexasim jî jinên pîr tîne bîra mirovan. Gava mirov înstalasyonên Liliana Crespi dibîne, dîsa heman tişt tê bîra mirovî. Tevnên ji tekstîlê yên mezin heta dêwana di nava dar û deviyan de. Helbet bi motîfên ji neqş û tenteneyan.

Gelekî geriyaye

Ew li bajarê Îtalyayê Lodî hatiye dinê. Li wir jî mezin bûye. Bi ya wê tesîra rengê mezinkirina wê û hawîrdora wê li îlhama wê ya hunerî gelekî bûye.

Ew dibêje, ev adet ber bi nemanê ve diçin îro, lê elaqeya wê ya ji bo van teknîkan her zindî maye.

Ji ber sedemên malbatî ew li Elmanya, Swîsre, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê maye. Îro jî ew li Swîsre hem hunerê xwe dike û hem dimîne. ji bo teknîkên xwe bi pêş bixe, li deverên din ên dinyayê jî, nexasim li welatên cihê yên Asyayê perwerde bûye. bi ya wê vê gera wê ya li dinayayê û perwerdeyê kiriye ku bala wê ya heyî ya li ser huner teşe bigire.

Heyranê ta û benan e

Ew dibêje, "Ta û benan timî bala min kişandiye. Ez heyrana qabîliyeta wan a tewtewbûnê me. Lê her wiha ya di mekan de gihana hev a wan ta û benên materyalên cihê, çêkirina wan a girêkan ez heyranî xwe kirime. Bi bikaranîna amûrên besîd ên weke derzî û şûjinê, mirov wan digihîne hev, li hev badide, girê dide."
Ew karê xêzkirinê, tevnên merşan û peykeran jî çêdike.

Wê gelek pêşangehên solo û komî jî heta niha vekirine û herî dawî sala 2017´an xelata peykerê 3 alî yê herî baş wergirt li pêşbirka Ta û benên hevçax a Florîdayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.