Kokên wê dibin rengên wê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Çile 2021 - 01:50

  • Hunermenda Emerîkî Bunnie Reiss yan jî Bonnie, berhemên xwe li mekanên alternatîf, li kitêbxaneyan, li zeviyan û heta li daristanan nîşan dide. Ew tercîh dike hunerê xwe li “deverên pêdiviya wan bi efsûnê heye” nîşan bide.

Bunnie Reiss yan jî bi navê xwe yê hunermendiyê ’Bonnie’ li Marylanda Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hatiye dinê. Li Koloradoyê mezin bûye; bi eslê xwe ji malbateke nîv Lehî û nîv Rûsî ye. Bi gotinên wê “Xwarin, peyivîna bi dengê bilind û civakê dirûv daye” jiyana wê. Ew “serhildêreke piçûk bûye” bi texeyuleke fireh. Hîna temenê wê ciwan pê dihise ku ew “di dinya teng a hawîrdora keviyên bajêr de hilnayê” û dinya cihekî pirr mezintir e. 

Axir ew berê xwe dide Koloradoyê, wêjeyê li zanîngehê dixwîne. Ew weke nivîskar dest bi kar dike, lê dilê wê her bi xêzkirinê re ye û jixwe di ber karê xwe re jî xêz dike. Gava mirov berê xwe dide berhemên wê mirov dibîne ka efsûn û mîstîzmê çawa vegirtiye wê. Vê efsûnê û mîstîzmê serê pêşî hiştiye ku ew her tişta ku radihêjiyê lêbikole. Bi hûrgilî pê dakeve. 

Ber bi Hunerê Gerîla ve

Pêre pêre jî êdî daxwaza geriyana li dinyayê dike ku ew berê xwe bide deverên din. Ew ne tenê li dinyayê digere, ew mala xwe bar dike. Gava ku ew berê xwe dide San Franciscoyê û li wir bi cih dibe, bi gotinên wê “pêleke afirîneriyê digire” wê û ew jî dikeve nava “hunerê gerîla”. Guerilla Art yanê Hunerê Gerîla rêbazeke Hunerê Kolanan (Street Art) e. Ev rêbaza ku li Ingilîstanê derket holê roja me ya îro li temamê welatên grafîttî li wan weke huner bi cih bûye, belav bûye.  

Wê 17 salan li San Francisco û derdora wê bihurandin, ew li wir çû Înstîtuya Huner a San Franciscoyê. Bi salan wê bi hunerê kolana xwe ji veguherînê re amade kir; ji qewlê wê ve salên mişt ji “hunerê ecêb û mirovên li her derî xêz dikin û direngînin”. Bi ya wê ew di vê pêvajoyê de bi ser xwe ve bûye. Di heman demê de bi ser gelek hunermendan ve bûye ku weke civakekê gelek tişt bi hev re afirandine. 

Ew demekê li Fransayê jî ma û piştî gereke li Emerîkayê, ew li Los Anglesê bi cih bû. Û hîna jî li wir hunerê xwe dike. Êdî hunerê dike jî û kategoriyên wê jî diyar bûne: Resmên dîwarên derve, resmên dîwarê hundir, înstalasyon, resmên li ser tekstîlê, tuwal û xêzkirina li ser kaxezê ji bo kitêbên kurt ên çîrokên bi resman.  

Li mekanên ne ji adetê

Gava mirov li berhemên wê dinihêre, mirov bi hêsanî kokên wê yên ji rojhilatê Ewrûpayê yanî ji Lehistan û Rûsyayê dibîne. Nexasim jî hunerê gelêrî, rengên birîqende û civakîbûna kompozîsyonên wê vê yekê nîşan didin. 

Berhemên wê li Emerîkayê û li dinyayê jî gelekî hatin nîşandan, lê ne tenê li galeriyan. Berhemên wê li wan deverên weke mekanên alternatîf tên binavkirin, li kitêbxaneyan, li avahiyên valakirî, li nav zeviyan û li daristanan jî hatin nîşandan. Ji qewlê wê ve, “li her devera ku weke ku pêdiviya wê bi efsûnê heyî xuyadikir” wê berhemên xwe nîşan dan.  
Nexasim resmên wê yên dîwaran ên mezin li seranserê dinyayê dikarin bên dîtin, li gelek bajarên Emerîkayê, li Meksîka, Îtalya, Fransa, Hindistan, Filîpînan û gelek deverên din.

Manyaka kitêbên xêzkirinê

Bonnie ji bo xwe dibêje, "Ez manyakeke ´sketchbook´an [kitêbên xêzkirina besît ji bo çîrokên bi resm] im. Û bi awayekî hevgirtî, ji wexta tê bîra min ve ez wê pêk tînim. Xêzkirinên min hema hema timî vediguherin resmên rengandî, resmên li ser dîwaran, lihêfan, heywanên ji qumaşçêkirî û bi pembûdagirtî, û deqan." 

LOS ANGELES 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.