- Resmên Olof Hajek bi reng û xemla xwe balê dibin ser çand û sembolên li dinyayê yên ku ji bo hin civakan weke rêûresman tên qebûlkirin. Motîfên wî yên kulîlk û heywanan ên ku li ser serê jinan weke kofiyekê tên xuyanê, bi hûrgiliyan dagirtî ne.
Olaf Hajek îllûstrator û şêwekarekî Elman e û li Berlînê dimîne. Ew sala 1965’an li bajarê Rendsburgê hatiye dinyayê û li Hamburg, Munchen, Berlîn, Atlanta û Cape Townê pêşangehên wî hatine vekirin. Ew li Zanîngeha Duseldorfê li ser sêwirandina grafîkan perwerde bûye û piştî ku xwendina xwe temam kiriye, demeke dirêj li Amsterdamê maye û heta ku hatiye li Berlînê bi cih bûye jî, bi awayekî serbest resm xêz kirine.
Olaf Hajek di resm û îllûstrasyonên xwe de ji folklora Emerîkaya Latîn, rêûresmên Efrîkî û her wiha ji mîtolojî, ol, dîrok, çandên populer û erdnîgariyên dinyayê sûdê werdigire. Gava behsa kar û xebatên xwe dike, bi bîra bîneran dixe û dibêje, “Ev karên min ne bi awayekî dijîtal hatine çêkirin. Ez hemûyan yek bi yek diresmînim li ser tabloyan.” Her wiha ew hin resmên xwe jî li ser tabloyên darîn çêdike û para bêhtir boyaxa akrîlîk bi kar tîne ji bo fîgûrên xwe bi xeml û rengên xweşik nîşan bide.
Sêhrbazê rengan
Olaf Hajek ji xwe re şêwezak ava kiriye û fîgûrên xwe bi kulîlk, fêkî, çûk, heywan, dar û gelek malzemeyên din nîşan dide. Malzemeyên cur bi cur ku li ser serê fîgûrên xwe bi cih kirine û ew weke kofiyekê tên xuyanê: kofiyeke rengîn ya ku weke baxçeyekî xuya dike. Olaf Hajek weke sêhrbazê rengan dixebite û bi van resmên xwe yên xweşik serpêhatiyên xelkên cîhanê vedibêje. Di xebatên wî de du têgehên sereke hene; rastî û xeyal. Ew van her du têgehan digihîne hevdu û sînorên di navbera her du têgehan de radike.
Tûrikê xwe bi nîgaşan dagirtiye
Olaf Hajek dide zanîn ku wî her tim ji “qisûrên xweşikbûnê û hêza sadebûnê” îlham wergirtiye û bi van hizran ev wêneyên xweşik çêkirine. Olaf Hajek wekî din li gelek welatan jî geriyaye û di dema van gerên xwe de çavdêriyên baş kirine. Tenê ne çavdêrî her wiha wî li çandên dinyayê jî kolaye û piştî van lêkolînên xwe biryara çêkirina van resmên rengo rengo daye. Yanî gava ew li hin welatan geriyaye, tûrikê xwe bi nîgaşan dagirtiye û gelek nîgaşên cuda kom kirine ji bo bi van nîgaşan berhemên hunerî biafirîne.
Motîf û hûrgiliyên dewlemend
Motîfên Olaf Hajek ên ku bi kulîlk û hewyanan çêkirine, îşaret bi hin sembolên kevnar jî dikin. Ew van sembolên arkaîk bi sembol û babetên rojane re dinirxîne û datîne kêleka hev du. Axir di resmên wî de gelek hûrgilî hene û Olaf Hajek ev hemû kite bi kite bi nihêrîn û konseptekê li hev anîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew di vî şêweyî de şêwekarekî hoste û jêhatî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN