Koçberên Efrînê wê vegerin warê xwe

Çarşem 12 Adar 2025 - 17:00

  • Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Evîn Siwêd anî ziman ku piştî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şara hat îmzekirin Sûriyeyê wê ber bi başbûnê ve bibe û welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê jî dê vegerin warên xwe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şara (Colanî) dûh li Şamê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Mazlûm Abdî û Ehmed Eş Şara li ser 7 xalan li hev kirin. Di peymanê de hat destnîşankirin ku li hemû Suriyeyê agirbest dê bê ragihandin û gelê Kurd jî wê di nava Suriyeya de cih bigire. Li hevkirina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şera (Muhamed Colanî) bû rojeva cîhanê. Niqaşên li ser li hevkirinê didomin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Evîn Siwêd tekildarî hevdîtinê û xalên li ser hatinê lihevkirin axivî.

Evîn Siwêd anî ziman ku peymana di navbera Mazlûm Abdî û Ehmed Eş Şera de hatiye îmzekirin pêngaveke dîrokî ye û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji roja ava bûye heta niha dibêje pêwist e pirsgirêkên Suriyeyê bi rêya siyasî bêne çareserkirin. Bi awayekî çekdarî pirsgirêkên Suriyeyê çareser nabin. Hemû pêkhate û baweriyên Suriyeyê bên cem hev û bi rêya diyalogê pirsgirêk bêne çareserkirin. Piştî avabûna hikumeta nû ya Şamê jî gelek aliyên Suriyeya nû li derve man. Gelek ol, bawerî û pêkhate jî ji ber vê siyasetê di xeterê de bûn. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo pêşiya vê yekê bigirin me hewcedarî bi hevdîtineke bi hikumeta Şamê re dît.

Wê komkujiyên li dijî Elewiyan rawestin

Evîn Siwêd balkişand ser komkujiyên li dijî welatiyên Elewî û got: “Bi peymanê komkujiya li dijî welatiyên Elewî jî wê raweste. Di nava protekolê de yek ji xala herî sereke ew bû ku di nava Suriyeyê de şer bê rawestandin. Bi rêya diyalog û siyasetê pirsgirêk dê bêne çareserkirin.

Divê êrîş rawestin

Evîn Siwêd bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got: “Tevî li hevkirinê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin û got: “Hikumeta Şamê heta niha li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tu helwest nişan nedan. Lê di nav vê hevpeymana nû de xaleke girîng heye ku ji bo pêşeroja Suriyeyê em bi hev re ava bikin êriş rawestin. Bi van êrişan ew yek pêk nayê. Divê di serî de êriş rawestin. Hem li pira Qeraqozax hem jî li Bendava Tişrînê divê êriş rawestin.

Wê kurd vegerin warê xwe

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Siwêd anî ziman ku yek bi peymanê welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê jî wê vegerin welatê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hilweşîna rejîma Baas gelek welatiyên Suriyeyê vegeriyan cih û warê xwe. Lê tenê welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê nekarîn vêgerin welatê xwe. Di nav xalan de jî ya ku dilê gel şakir jî ew bû ku xelkê Efrîn, Girêspî û Serêkanî dê bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe. Ji bo Suriyeyeke hevgirtî û hemû kes xwe di nav de cih bigire pêk were welatiyên di kampan de ne vegerin welatê xwe û dawî li guhertina demografyayê bê. Protokola ku hatiye îmzekirin wê rê li pêşiya vegera welatiyên Efrîn, Girêspî û Serêkanî veke. Dema vegerin jî divê rastî tundî û revandinê neyên. Ji bo wê jî dê parastina wan bê kirin. Welatiyên Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê pir bi hevî ne ku vegerin warê xwe.” A.W/NAVENDA NÛÇEYAN / MAHMUT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.